Lê faktora şer de yanî di heq û mafan da ji bo çi sedemê şer tê kirin ew girîng e. Di ayet û hedîsan de çewa fermana aşîtiyê hatiye dayîn her wisan jî fermana şer jî hatiye dayîn. Di sureya ‘Baqara’ de Xwuda wiha feman dike; “Gelî ew kesên ku li we zulm û zordarî tê kirin. Hûn jî bi wan kesan re şer bikin.” Di vê ayetê de ku mirov dinêre Xwuda dibije şer bikin lê zulum nekin.. Ji ber ku Xwuda ji zulm û zordaran hez nake. Şerê mezlum û zaliman ne wek heve. Mirov dikare şer bike ji bo mafên xwe yên jiyanê, mal û netewa xwe bi parêze. Mînak di şer de nabe ku alî zarokan, sivîlan jinan û hemu xwezayê bi de berxwe talan bi ke. Başe me hinek bejî serê mijarê vekir. Gelo maf û jiyana mirovatiye li ser çi esasî hatiye tanzîm kirin. Di ayet da Xwuda wiha feman dike; “Gelî mirovan me we ji dê û bavek afirandiye û milet û qebîleyan geran diye.” Di vir de Xwuda nabêje gelî mislumanan dibê gelî mirovan.
Azadî û aşîti girêdayî ol û baweriyan nîne, girêdayî  mirovan e. Di tu ol û baweriyê da cîhê zalim û zordaran tune ye. Ji xwe ol ji bo mafên mezlûman hatine û her ol di dema hatina xwe de bûne hêze yekemîn a li dij zaliman. Lê mixabin piştî asrê seadetê em dibînin ku ji wate ya mafê mirovan û alîgiriya mazlûman derket. Bu amûrê desthilat daran û nijat perestiyê. Ola Îslamê Bilalê Hebeş ê kole li hemberî Ebu Cehil’an parast. Lê îro Bilalê Hebeş ên serdema me bi navê olê tên qetilkirin. Em liser mafên mirovatiyê sekinin lê mirov him mirov û him jî bawermend be barên mirovan giran dibe, lewra zêdetir divê ku ji maf û kesan re rêzdar be.
Hedîseke Pêxemberê Îslamê heye: “Divê ew kesên ku mafên ji xwe re dixwazin ji hevalên xwe re nazxwazin ew ne ji me ne.”
Em mêze bikin; sîstemên Rojhilata Navîn xwedî dewlet û destihilatdar gelo tiştên ji xwe re dixwazin ji gelê Kurd re jî dixwazin an na. Xwuda di ayeteke din de jî dibêje: “Me ziman û reng daye we. Yê van rengan înkar bike ew ayetên me înkar dike.”
Ez wekî Kurdek Misilman di îbadetên xwe da bi Kurdî niyeta xwe tînim û li pêşberî Xwedê Kurdî xwe tînîn ziman. Lê polîsekî Tirk, Ereb an Faris ji me re dibêjin bi Kurdî xeber nedin. Xwe di dadgehan da bi zimanê xwe ne parêzin.
Niha jî Cemaata Fethullah û AKP bi navê mele û -bawermendên Kurdan- di xwazin xwe berdin nava gelê me. Û bi navê Seîdê Kurdî milên me jêbikin û li me bixin. Seydayê mezin Ehmedê Xanî dibêje; “Ger hebûya ji bona me xwudanek alî, kerem letîf û danek”. Wesyeta seyda hatiye cîh. Em xwedî ol û civakin, xwedî rêber û rêxistinin. Pêwîstiya me ne bi ayetên Fethullah ê Emeriqî û ne jî TRT6 an û Dunya TV heye.
Em dibên gelê Kurd baweriya wî çi dibe bila bibe li ser esasê mirovatî û Kurdewarî di bê ku mafên xwe yên olî ,civakî ,siyasî û netewî bi parêze. Baweriya me û rêxistina me têra me dike. Pêwîstiya me bi wekhevî û biratiya rastî yê heye.

MAMOSTE FEYZÎ