Koçberên li Tebqa ku hejmara wan derdora 400 hezar e bi zehmetiyan dijîn. Lê yên herî zêde ku di rewşa koçberiyê de zehmetiyan dikişînin, welatiyên astengdar in.Gelek welatî ji herêmên rojhilatê Helebê yên di bin destê rêjîmê de û di herêmên di bin destê DAIŞʹê de, her wiha bajarên Cerablus, Ezaz û Babê koç dibin û berê xwe didin bajarê Tebqa û herêmên din ên rizgarkirî.
Hejmara koçberên li Tebqa gihîşt 400 hezarî. Ji van 125 li bajêr û 250 hezar jî li gundewarên Tebqayê bi cih bûn. Koçberan li gel xizmên xwe an jî li avahiyên vala û dibistan dimînin.
Şert û mercên jiyanî yên van koçberan zehmet in bi taybet jî kesên astengdar û nexweş ku nikarin dermanên xwe peyda bikin.
Malbata Ehemd Casim ê 53 salî yek ji mînaka bi hezaran malên koçber e. Ehmed ji ber bombebarana rêjîmê ji navçeya Dibsî koç kir. Ew bavê 3 keçikên astengdar e ku nikarin tevbigerin. Ev malbat di maleke bê derî û pace de dijî. Bav tekane kesê ku hersê keçên xwe yên astengdar Samiya Casim a 15 salî û cêwiyên Ayat û Rewan ên 12 salî xwedî dike.
Ji rêxistinan daxwaze alîkariyê kir
Ji ber tinebûna derfetên aborî, tendirustiya her sê keçan nayê şopandin û dermanên wan tine ne.
Ehmed Casim bang li rêxistinên navnetewî kir ku alîkariya wan bikin.
Mînakeke din jî herdu bira Ehmed Heson ê 32 salî û Îsa Heson ê 35 salî ye ku astengdar in û sê aliyên wan tine ne.
Herdu bira tevî dayika xwe Fida El-Selûm a 65 salî di bin çadirekê de dijîn û ti derfetên jiyanî li gel wan tine ne.
TEBQA