Li gorî nûçeya di kovara zanistî Nature de hat weşandin, di keştiya ji serdema antîk mayî de ya ku makîneya hesabkirinê ya weke Mekanîzma Antîkythera jî tê naskirin tê de hat dîtin, hestiyên mirovan derketin holê. Di nûçeyê de hat ragihandin, ku roja 31’ê Tebaxê, tasa serê mirovekî, hestiyên mil, çend diran û qefesa sîngê hatine dîtin.
Li ser hestiyên hatine dîtin wê lêkolîna DNA were kirin. Ji Danîmarkayê pispor Hannes Schroeder ragihand, ku ev hestî yê mêrekî ciwan e. Schroeder da xuyakirin, ku li gorî mûayeneya destpêkê ‘ev hestî naşibe yê mirovekî 2 hezar salî’ û anî ziman ku di encama testa DNA’yê de wê bê tespîtkirin ka hestî yê mirovê ji kîjan qewmî ye.
Di vê keştiya antîk de, ku li peravên Girava Antîkythera noqî avê bûyî, di salên 1970’î de jî hestiyên mirovan hatibûn dîtin, lê hingî testa DNA li ser wan nehatibû kirin. Ji vê keştiya di sala 1900’î de hatî dîtin, heta niha gelek parçeyên antîk hatin derxistin. Tişta herî girîng a heta niha hatiye derxistin jî makîneya hesabkirinê ye, ku weke Mekanîzmaya Antîkythera jî tê naskirin.
NAVENDA NÛÇEYAN