Hêzên artêş û istixbaratên Sûriyeyê bi dijwarî êrîşî navenda bajarê Humsê dikin. Di encama êrîşên bi tank û topan ên vê hefteyê de bi qasî 1000 sivîl hatine kuştin. Rejîma Beşar Esad dibêje ew şerê „çekdaran“ dike. Ev yek hinekî rast e. Niha li Humsê bi sedan leşkerên veqetyayî hene ku şerê artêşa Esad dikin, lê em dibînin ku rêjeya herî zêdetir ya kuştiyan sivîl in. Medya rejîma Şamê dixwaze vê rastiyê piştguh bike û vêşêre.
Ereb li hemberî prosesa kuştinê neçar mane. Ew ji ber tirsa ji Îranê nikarin mudaxeleyek leşkerî bikin. Lê bi awayekî indîrekt destekê didin hêzên çekdar yên ji artêşa Esad veqetyayî. Ji bo Ereban tiştê li Sûriyeye pêk tê şerê sunî û şiya ne û pêwîste di vî şerî de sunî/Ereb bi serbikevin.
Welatê kendavê sefîreyên xwe ji Şamê vekişandin. Lê vê yekê rê li ber prosesa kuştina sivîlan negirt. Esad dixwaze Humsê têk bibe û dawî li pêşiya vê serhildanê bi yekcarî bigre. Ew pişta xwe bi Vîtoya Rûs û Çînyan xurt dike. Pişta xwe bi destekdayina Iran û hêzên şîy yên li Lubnan û Iraqê gerim dike.
Stratîjiya rejîma Beşar Esad li hemberî serhildana gel li ser 2 xalan e radibe ser piyan: Xala yekem, ew e ku dijwarî li himberî xwepêşandêran berdewam be û bi riya artêş û istixbaratê welatî bêne terorkirin û çavtirsandî bibin. Xala duyem jî ew e, ku qaşo „pakêktek reforman“ were eşkerekirin û bi vê yekê ji welatiyan û ji raya giştî ya navnetewî re were gotin, ku rejîm reforman dike û xwestekên demokratî û azadiyê ber bi çavan digre.
Lê reformên ku rejîm pêk tîne, ne reformên rasteqîn û ji dil in. Ew tenê dîkor in û rê nade gel da ku beşdarî rêvebirina desthilatdariyê bibe û dawiyê li rayedariya partiya Bas û desthilatdriya Esad bîne. Her wiha ev reform nikarin kesên biryara kuştina nêzî 7000 welatiyên Sûriyeyê dane, bîne ber dadgehê û hesab ji wan bixwaze.
Esad sozên pêkanîna reforman ji bo xapandina hêzên derve dide, lê ew di hundir de tercîha kuştin û komkujiyan dike. Niha di destê rejîma Esad de tenê dijwarî maye. Ew hêvî dike ku bi riya kuştin û tinekirinê karibe gelê Sûriyeyê terorîze bike û rê li ber xwepêşandanên girseyî bigre. Ev siyaseta heta niha encamên li gorî xwestekên vê rejîmê bi xwe re neanîne. Berovajî vê yekê, miletê Sûriyeyê her ku diçe zêdetir hêrs dibe û li dijî Esad derdikeve meydanan. Li gorî miletê Sûriyeyê „ew kesê nîv serhildanekê pêk bîne, bê aqil e û dê têk biçe“. Ji ber hindê divê ev serhildana gel heta serî here û bi rûxandina rejîma Esad bi dawî bibe.
Dewleta Tirk jî di nava liv û tevgerê de ye. Ew “Maseya kirîzê” ya ku AKP’ê ji bo şopandina rewşa li Sûriyeyê ava kiribû, raporên rojane pêşkêşî serokwezîr, serokomar û MGK’ê dike. Bi taybetî jî rewşa Kurdan û pêşveçûnên li rojavayê Kurdistanê tên pirsîn. Di destpêka serhildana gel de niyeta Esad hebû ku hemû derfetên dewletê bikşîne Latakiya û Tertûsê û li wir dewletek defacto ya elewiyan ava bike. Lê ji ber tehdîdên dewleta Tirk wî rê li ber ve îhtîmalê girt. Di wan rojan de Abdulah Gül serok komare Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got, ew amede ne bi şêweyên siyasî û eskerî mudaxeleye rewşa Sûriyeyê bikin. Esad fêhm kir ku gotinên Gül derbarê niyeta wî ya avakirina dewletek elewî de tên û ew bi xwe tehdîdên cidî ne.
Niha AKPê dîsa ketiye dewrê û dixwaze li ser siyaseta Esad ya li dijî gelê Sûriyeye rantan bixwe û insyatîcê bigre dest xwe. Ev banga dawî ya “lidarxistina kongreyek navnetewî ji bo nirxandina rewşa Sûriyeye” di çarçeva vê siyaseta bêexalqyane tê holê.
Wek tê zanîn têkilyên AKP û rejîma Esad yên siyasî û aborî gelekî pêşketî bûn. Dewleta Tirk salê bi qasî 6 milyar dolar ji marketên Sûriyeye qezenc dikir. Ji vê yekê zêdetir jî, bandorek mezin li jiyana siyasî û civakî ya Sûriyeye dikir. AKPê mîna Axtebot destên xwe dirêjî nava her şêweyê jiyanê li Sûriyeye kiribû. Heta bi nava artêşê çûbû. Jixwe bajarê Helebê qasî ku bi Tirkiyê ve hatibû girêdan, ewqasî bi Şamê ne girêdayî bû. Rejîma Esad her weha ji bo xatirê AKP şerekî qirêj li dijî Kurdan dimeşand. Bi sedan welatparêz radestî dewleta Tirk kir û li dijî Kurdên rojava dest bi pêkanaîna projeyên nijadperestyane kirin. Lê ev gav hemû vala derketin. Dema AKP naskir ku rojên Esad qediyane û dawiya wî nêzîk bûye, yekser helwesta xwe guhert û dest bi dijayetiya rejîma Şamê kir.
Çi bû ku dewleta Tirk bazara Şamê terik bike û tercîha rûxandina rejîma Esad bike? Bê guman AKP ji bo mudaxeleya li Sûriyeyê û rolek berz di Sûriyeya piştî Beşar Esad de hin soz girtin. Ev soz ji DYA û Ewropa û ji muxalefeta Ereb a Sûriyeyê jî hatine wergirtin.
AKP’ê bi riya muxalefeta Ereb a Sûriyeye û bi taybetî rêxistina Birayên Misilman dixwaze bandorek mezin li tevahiya vî welatî bike û bibe xwediya gotina dawî. Bi gotinek din, dixwaze alternatîva rejîma Esad AKP’yek Sûriyeyê be, ku hemû talîmatên xwe ji AKP’ya dayik ya li Enqerê bigre. Bi vê yekê re Şam dikeve bin bandora AKP û Erdogan û Kurd jî nema dikarin tu rolê an jî posterê bigrin dest.
Ji ber vê yekê pêwîste hêzên Kurd ji vê siyaseta AKP’ê agahdar bin û qet rê ndin mudaxeleya Tirkiye. Ev yek ji hemû Kurdan tê xwestin. Divê PDK jî rolek erênî bilîze û nebe amûra AKP’ê ya li rojavayê Kurdistanê. Qet nabe PYD were dorpêçkirin.
Kurdên rojava nêzî 4 milyonan hene, eger yekîtiyek xwe ava bikin dikarin xwedî hêz û isyatîv bin. Divê sûdê ji nakokiyên Sunî û Elewiyan bigrin.
Ji ber hindê divê hikûmeta başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê destekê bidin Kurdên rojava û pişta wan xurt û bi hêz bikin.
Di komkujiyan de israr