DÎSA-DER’ê kongreya xwe ya 1’emîn li dar xist û rêveberiya xwe hilbijart. Endamê Dîwanê Qahir Bateyî di kongreyê de axivî û banga xwedîderketina li Kurdî kir.
Komeleya Lêkolîna Çand û Huner a Ziman (DÎSA-DER) 1’emîn Kongreya xwe, li Salona Civîna Platformê ya Şaxa KESK’ê ya Wanê pêk anî. Pankartên “Zimanhezî welatparezî ye” û “Şerma mezin ew e ku mirov bi zimanê xwe nizanibe” bi salonê ve hatin kirin. Endamên rêxistinên HDP’ê, DBP, KCD, Şaxa ÎHD’ê û gelek nivîskarên Kurd beşdarî kongreyê bûn.
Xwediyê Weşanxaneya Sîtav Qahîr Bateyî, piştî hilbijartina dîwanê axivî û got, “Li hemberî gelê Kurd polîtîkayên bişavtinê yên mezin hene. Girîng e ku gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive. Em bang li gel hemûyî dikin ku xwedî li zimanê xwe derkeve.” Piştî Bateyî, nivîskar Îhsan Colemêrgî jî da zanîn ku hemû Kurd xwedî wê erk û berpirsiyariyê ne ku xwedî li zimanê xwe derkevin û kes nikare ji vê berpirsiyariyê bireve.
Piştî axaftinan Medîne Karaman û Naîm Ozden ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin û ji bo desteya rêvebir jî Evîn Aydin, Şukru Nas, Yilmaz Kumlî, Muzeyyen Tûran, Tahsîn Tîmur, Kurdistan Işik, Kenan Şan, Ozlem Aydemîr, Siddik Abî, Dîlber Akin, Salîh Sertkal, Ûmût Demîr, Ferdî Eryaşar û Nevzat AHamzaogullari hatin hilbijartin.
ANF / WAN