Meha Remezanê ku ji bo Misilmanan meheke pîroz e, îro dest pê dike. Bi wesîleya meha Remezanê Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli axivî û got: “Bi destpêkirina meha Remezanê re em dixwazin vê yekê ji mirovan re dibêjin; heger hûn xwe nêzî zaliman bikin, guneh wê di stuyê we de be. Wê ti wateya îbadeta we nemîne. Îbadet banga li mirovan a ji bo rastî û bedewiyê ye. Eger em bi vê yekê nikarin bigihîjin encamê, hingî wateya xwe nemaye. Her kesê ku ji xwe re dibêje; ez Misilman im, ez mirov im, divê xwe ji zaliman vegirin.” BERLÎN