Platforma “Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Rawestandin” rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir û da zanîn ku di nava mehekê de li gelemperiya Tirkiyê 39 jin hatine qetilkirin. Di 11 mehên vê salê de jî 430 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin.

Li gorî raporê 11 cînayetên jinan wekî mirina bi guman hatiye qeydkirin, nehatiye tespîtkirin ku 19 jin çima hatine kuştin, 4 jin ji ber hincetên aborî, 5 jin jî ji ber ku xwestine ew û hevjînê xwe dev ji hev berdin û êdî li hev neyên hatine qetilkirin.

Di raporê de hate gotin ku “11 jin nehatine tespîtkirin ku ji aliyê kê hatine kuştin, 11 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicîne, 2 jin ji aliyê mêrê xwe yê berê yê pê re zewicîne, 4 jin ji aliyê bavê xwe, 3 jin ji aliyê xizmên xwe, 2 jin ji aliyê kurê xwe, jinek ji aliyê birayê xwe û 4 jin jî ji aliyê partnerê xwe hatine kuştin.”

Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Rawestandin tespît kiribû ku di sala 2016’an de 328 jin, di sala 2017’an de 409 jin û di sala 2018’an de jî 440 jin hatine kuştin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN