Cenazeyên gerîllayên HPG'î Welat Argiş (Bêrîtan Timok) û Şehrîban Argiş (Ruken Batman) ên dotmam ku di şerê li bejahiya Bêdlis û Sêrtê jiyana xwe jidest dabûn li navçeya Amedê Bismilê ji aliyê hezaran ve hate veşartin.
Malbatên gerîllayên HPG'î Welat Argiş (Bêrîtan Timok) û Şehrîban Argiş (Ruken Batman) ên di şerê li bejahiya Bêdlis û Sêrtê jiyana xwe jidest dabûn pêr cenazeyê wan ji morga Meletî girtin û birin navçeya Amedê Bismilê. Li navçeyê cenazeyê her du gerîllayan ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin.

Derebe hatin girtin
Li Bismilê doh ji bo gerîllayên HPG´ê Welat Argiş û Şehrîban Argiş yê dotmam merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Li navçeya Bismilê û li navçeya Mêrdînê Qoserê ji bo merasîma cenazeyê û 15 gerîllayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane esnafan derebeyên dikanan girtin.

15 hezar kes tevlî merasîma cenazeyê bû

Cenazeyê gerîllayên HPG´ê Welat Argiş û Şehrîban Argiş li goristana Seyrantepeya navça Bismila Amedê bi tevlîbûna hezaran kesî hatin veşartin. Tevî Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, rêveberên BDP, Nûnerên MEYA-DER'a Bismilê 15 hezar kes tevlî merasîma cenazeyê bû. Darbestên gerîllayên jin, ji aliyê jinan ve hate hilgirtin. Girseyê bi sloganan heta goristana Seyrantepeyê meşiya. Piştî meşa 3 kîlometreyan girse gihîşt goristana Seyrantepeyê. Pişte her du gerîllayên jin ên dotmam li kêleka hev bi dirûşmeyan hatin veşartin.

'Em ê azadiya xwe bidest bixin'
Piştî cenaze hatin veşartin, Nûnerê MEYA-DER'a Bismilê Mustafa Kurt axivî û got; "Gelê kurd li hemberî zilmê wê her tim bihêz li ser piyan be û bi hêza xwe wê bersîvê bide zilmê. Demên borî çawa ferman dan, niha jî hikûmeta AKP'ê bi heman awayî fermana kuştinan dide. Em ê azadiya xwe bixwe bidest bixin."

Polîsan M.Şahîn Demîr kuşt

Piştî axaftinan girse ber bi mala sersaxiyê ve meş lidarxist. Ciwanan riya Êlih û Amedê ji trafîkê re girtin. Li ser vê yekê polîsan jî bi bombeyên xazê û ava şid êrîşî girsê kir. Di êrîşan de M.Şahîn Demîr (26) birîndar bû, lê piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da. Girseya ku xwest ji bo Demîr li ber nexweşxanê bicive dîsa rastî êrîşa polîsan hat. Bûyerên li navçeyê demeke dirêj dewam kirin. 

DÎHA/AMED




Malbatên gerîllayan çûn Meletiyê


Piştî ku nasnameya 16 gerîllayan hate eşkerekirin, serlêdana malbatên HPG'iyên ku li bejahiya Xîzana Bêdlisê û Hawêna Sêrtê û di şerê li çiyayê Cudiyê jiyana xwe jidest dane dewam dike. Malbatên Mizgîn Onar, Mizgîn Aratemur, Leyla Altan, Saîma Abay û Nebahat Oztekîn û Meyaser Orbaya doh çûn Meletiyê. Malbatan ji bo cenazên xwe wergirtin serî li dozgeriya Meletiyê dan.
Li Meletiyê ku 15 cenazên jinên HPG'î û 5 HPG'iyên di şerê li çiyayê Cudiyê de jiyana xwe jidest dabûn niha li vir in, heta niha 3 cenazên HGP'iyan hatine girtin. Hîn 17 cenaze li morgê tên rawestandin.