Weke din jî di nava rojê de li Mişahadayê ku dikeve bakûrê Bexdayê, 8 endamên berê ên hêza milîsan a binavê Şahwa yên Sunî ku li dijî El Qaîdeyê hatibûn çekdarkirin, ji aliyê kesên uniformayên leşkerî li ber ji malên wan hatin derxistin û înfaz kirin.
Li Iraqê ji serê salê û vir ve bûyerên tundî zêdebûne. Li gorî bîlançoya ku roja Duşemê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate weşandin, di sê mehan de zêdetirî 2.500 kesî jiyana xwe jidest daye. Ev tundî piştî rageşiya di navbera Serokwezîr Nûrî Malikî ê Şiî û Suniyan de rû dan. Di navbera Malikî û Herêma Başûrê Kurdistanê de jî krîza siyasî didome. Li gorî misyona Iraqê ya NY tenê di meha Hezîranê de 761 kesan jiyana xwe jidest daye, 1.771 kes jî birîndar bûne. Li gorî vê bîlançoya sê mehan dibe 2. 518 kes.
BEXDA