Riya me dirêj e, hinek jî zor e. Lê belê, dîsa jî bi moral û coş em dimeşin. Carna em riya xwe şaş dikin, carna jî em di şiveriyên xwe yên herdemî de derbas dibin.

Şiveriyên ku em li ser wan dimeşin, derdora wan bi kulîlkên cur bi cur hatine xemilandin. Bêhna çiya, wekî bêhna dayikan me hembêz dike. Bi ruxmê ku em komekî hejmara me pir jî bû, lê belê ji tu kesî deng dernediket. Her kesê li xweşikbûna xwezayê temaşe dikir. Her der bilind û xweşik bû. Çiqas em hildikşiyan ber bi jor ve, bayê ku li rûyê me dida sartir dibû.
Piştî çar saetên ku em meşiyan, li cem kaniyeke biçûk me navber da meşa xwe. Hevalê Rojhat got: “Heval, heval, ez ji ava zozanan pir hez dikim.” Min jî bi rûyekî ken bersivand; “Ma kî hez nake hevalê Rojhat”? Hevalê Rojhat got: “Rast e, lê belê ez ji her kesê bêhtir hez dikim.”
Min got: “Temam, hevalê Rojhat, me fêm kir. Lê belê wekî tu jî dizanî, vexwarina zêde, zik jî diêşîne. Tu dîqet bikî baş e. Tu yê di rê de bimînî.” Ji min re got: “Were were, berî ku em bikevin meşê avê vexwe. Çima, ez pir avê vedixwim, ez ê ji te re bêjim.” Hinek hevalên komê, striyan ji goreyên xwe derdixistin, hinek jî bêdeng rûniştî bûn. 
Ez ji zarokatiyê heya niha, ji bîranînên mirovan hez dikim. Lê belê, bîranînên gerîla li cem min hîn bêhtir cuda ne.
“Min ji hevalê Cûdî re sond xwariye, divê ez vexum”
Hevalê Cûdî, ji Serhedê bû. Bi ruxmê ku temenê wî biçûk bû jî, dîsa wekî cinan bû. Min û hevalê  Cûdî me di şikeftek de hev nas kir. Em her du jî birîndar bûn. Bi ruxmê ku birîna wî ji ya min girantir jî bû, dîsa jî wî moral dida min. Me pir xwîn winda kiribû. Ji bo wê me nedikarî avê vexwin. Lê belê, qirika min ji tîhnê bi hevdu ve zeliqîbû. Yê hevalê Cûdî jî wisa bû. Lê belê hevalê Cûdî qet behsa avê nedikir. Di dawiyê de min xwe negirt û min pirs kir; “Hevalê Cûdî tu ne tîhn î?”
Hevalê Cûdî got: “Çawa ez ne tî me, kezeba min dişewite ji tîhnê. Lê belê ez nikarim vexwim. Ez avê vexwim, ezê şehîd bikevim. Lê belê niyeteke min a wisa nîn e. Min soz daye, ezê lîmonên dayika xwe jê re bibim.”
Hevalê Rojhat got: “Kuro, lîmonên çi, ez behsa avê dikim hevalê Cûdî.”
Hevalê Cûdî got: “Min fêm kir, ez ê ji hevalê xwe re bêjim. Berî ku ez tevli rêxistinê bibim, dayika min pelên pêçayî çêkiribû. Dayika min ji min re got: “Kurê min, biçe dikanê ji min re nîvkîlo lîmon bikire.” Ez jî li biskilêta xwe siwar bûm û min riya dikanê girt. Min lîmon ji dikanê girtin û ez zivirîm.
Di zivirînê de min milîsê gundê me dît. Min jê re got: “Tu yê biçî ku derê, ez ê bi te re werim.” Milîs qet li min guhdar nekir, riya xwe berdewam kir. Ez ji biskilêta xwe peya bûm û hatim serê çiya. Milîs ji min re got: “Kuro tu biçûk î, dayika te li benda te ye biçe, ger tu werî jî biçe lîmonan deyne û were.” Min jî qet guhdar nekir. Ma çawa çêbû, ez têm serê çiya. Ez ê piştî şoreşê nîvkîlo bigrim, destên wî maç bikim û em ê li hevdu werin’’.
Ez matmayî li hevalê Rojhat guhdar dikim. Hevalê Rojhat, her behsa hevalê Cûdî dike, çavên wî tije rondik dibin. Lê belê nahêla rondik ji çavên wî dakevin. Bêdeng û hêdî hêdî kesereke ji dil kişand, berê xwe ji min zivirand û li hevalên din mêze kir.  Lê belê ez israr dikim ku gotinên xwe berdewam bike. Ez neşikandim û berdewam kir:
“Ew tam du roj bû me av venexwaribû. Rast e, ez hem li hevalê Cûdî guhdar dikim, hem jî yek saniye av ji aqilê min dernediket. Wê rojê min ji hevalê Cûdî re got; “Ez ji te re soz didim, ez hew behsa avê dikim, heta ez baş bibim.” Hevalê Cûdî jî got: “Temam heval, lê piştî em jî baş bibin, em li ku avê bibînin heta zikê me pê biêşe em ê vexwin.” Ger ez şehîd jî bikevim, li şûna min nîvkîlo lîmon bibe ji dayika min re. Temam heval ji bî rneke.”
Hevalê Rojhat, beriya ku gotina xwe bi dawî bike, li min mêze kir û wisa got;
“Hevalê Cûdî ji bo ku here tedawiyê ji me qut bû. Berê ku em ji hev qut jî bibin, min jê re got tu ji dayika xwe re lîmon bibe, ez ê jî her dem ji bo te û ji bo xwe avê vexwim. Di navberê de salek neçû. Di kemîneke bêbext de şehîd ket. Ew roj, ev roj e ez ji bo wî û ji bo xwe avê vedixwim, heta ku zikê min pê diêşe. Min nedizanî ez ê çi bibêjim. Hevalê Rojhat bêdeng rûyê xwe ji min zivirand. Hêdî hêdî di ber xwe de got:  “Divê ez lîmonên dayika wî piştî şoreşê jê re bibim. Meşiya û meşiya. Bi bêdengî bi hevalan re ez ji cihê xwe rabûm, min barê xwe danî ser pişta xwe ez meşiyam.
Di navbera vê meşê de min li bîranînek bi êş guhdar kir. Çiqasî dilê min êşandibe jî. Lê dersek da min. Ew jî ev bû: Her tişt xwedî wateyek e.
 



ZÎN KOÇER