Hat ragihandin ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan di mîhrîcanê de di nav 6 rojan de 3 hezar û 500 îmze hatin komkirin.

Di dema aktîvîteyan de têkildarî pirsgirêka Kurd broşur hatin belavkirin, her wiha di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Ocalan li bajarên Caglîarî û Sassarî yên li Girava Sardînya civînên agahdarkirinê hatin organîzekirin û bi sedan îmze hatin komkirin.

Li Zurîhê 1450 îmze hatin komkirin
Ciwanên Kurd ên beşdarî Mîhrîcana Zurîh a li bajarê Zurih a Swîsre bûn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1450 îmze kom kirin. Di mîhrîcana ku roja înê destpê kir û roja yekşemê bi dawî bû de ciwanên Kurd, ji bo kampanyaya îmzeyan stand vekirin. Ciwanan di sê rojên mîhrîcanê de 1450 îmze kom kirin. Mîhrîcana Zurîh ji sê salan carekê wek kevneşopiyekê tê lidarxistin û ji gelek dewletên Ewropî jî mirov tevlî dibin.  Ciwan ji bo 20 hezar îmzeyên kirine hedef kom bikin her roja şemiyê li Bahnofstrasse standê vedikin. Di heman demê de rojên Çarşemê jî li navenda bajêr îmze tên komkirin. 

PARMA/ZURÎH