Hunermendê Kurd Firat Med diyar kir ku di 17 saliya xwe de dest bi nivîsandina stranên Kurdî kiriye û di sala 1994’an de stirana bi navê ‘Dîrok’ nivîsandiye. Med got ev stran jî ji aliyê hunermendê Kurd Şehîd Hogir ve hatiye bilêv kirin.  Hunermend piştî çend salan di albûma xwe ya “Spî” de jî cih daye vê stranê .
Hunermend Firat Med derbarê serpêhatiya xwe ya muzîkê û helwesta hunermendî de axivî. Firat Med hunera xwe niha di bin sîwana Navenda Çand û Hunera Zembilfiroş a ku li navçeya Amedê Ferqînê ye de îcra dike.
Derbarê çand û hunera Kurdî de û girîngiya muzîka Kurdî hunermendê Navenda Çand û Hunera Zembilfiroş Firat Med pirsên RojNews’ê yên der barê girîngî û bandora Muzîkê de bersivandin.
 
Afirandinên nû tunene
Firat Med derheqê muzîka Kurdî de dibêje ku muzîka Kurdî ji muzîka neteweyên din cudatir e û ew vî karî wekî pêk anîna şoreşê dibîne. Her wiha Med derbirî ku asta niha ya muzîka Kurdî ne serkeftî ye û wiha pê de çû: “Dema ku mirov li dîrokê binêre çand û hunera Kurdî xwediyê dewlemendiyek gelek mezin bû. Lê belê niha em di sala 2016’an de ne, ti pêşketinên cudatir di muzîka Kurdî de nîne. Hunermendên Kurd niha jî berê xwe didin berhemên weke mîras mane. Di muzîka Kurdî de afirandinên nû tunene. Pêwîst e hunermend bi evînî, dîrokî, exlaqî û civakî bi netewa xwe ve girêdayî be weke Feqiyê Teyran û Meleyê Cizîrî  ji ber ku ev gel neviyên wan in. Dema ku mirov li evîna Feqiyê Teyran dinêre, evîna wî ya welat, netew, xweza û evîna wî ya bi avê re tevahî bi evînê destpê dike. Ji bo vê yekê asta muzîka Kurdî niha têdaye xwe gelek teng hiştiye yan jî çanda biyanî xistine nava çanda Kurdî. Xwediyê vê çandê xwe bi Kurdî naynîn ziman.”
 
Huner û şoreş kirin yek
Hunermend Firat Med destnîşan kir ku dîroka Tevgera Azadî de hin kesayet huner û şoreşê di kesayeta xwe de kirine yek û wiha axivî: ”Herdem gelê Kurd di têkoşîna xwe de jî çand û hunera xwe aniye ziman. Di hemû şoreşan de ya ku berxwedanê têk nebe çand û huner e. Ji ber vê yekê ji herdem welatên dagirker êrîşî çanda Kurdan kiriye, çand û hunera Kurdan weke tahlûke dîtine. Di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jî gelek hunermendên navdar derketin û muzîka Kurdî anîn heya cihekê. Dîsan hunermendên weke Şehîd Hogir, Mizgîn, Elî Temel û Hozan Serhet ji çand û hunera Kurdan re berhemên xwe weke mîras hiştine.
 
 Ji nû ve strana ‘Dîrok’

Çendek berê Firat Med albûmek bi nav” Spî” derxist, li ser albûma xwe Med wan agahiyan da: “Albûm ji 11 berheman pêk tê û hemû ji gotin û muzîk jî aydî minin. Hemû stran jî xwedî wateyên girîng in. Mînak; Strana Dîrok min di temenê xwe yê 17 salî de nivîsand. Wê demê pêşengê hunera Kurd Şehîd Hogir li Navenda Çanda Mezopotamya dixebitî, ez ji wê demê li Stenbolê bûm min got; ‘Hevalê Hogir stranek min heye gelo tu lê nanêrî ger tu biecibînî ez dixwazim tu bistêrî. Wê demê hevalê Hogir hêzek mezin da min û ez gelek kêfxweş kirim.’ Dîsan strana min ya bi navê ‘Farqîn’ di sala 1990’an de dema qirkirina Farqînê de min nivîsand cihê xwe di albûmê de digre.

Hunermend berdevkê gel e
Herî dawî hunermend Firat Med li ser berxwedana xwerêveberiyan û rola hunermendan wiha peyivî: ”Li dijî dagirkeriyê têkoşîn erka herî girîng e û li herêmê jî daxwaza rêveberiya xweser rawa ye. Jiyan bi serê xwe hunerek e. Ji xwe hunermendî bi xwe jî şoreşgeri ye.

Di vê pêvajoyê de divê hemû hunermend cihê xwe ligel gelê xwe bigre. Di dema rêveberiyên xweser de hunermend berdevekên gel in. Çawan ku ciwan, jin, mêr û kal xwedi li rûmeta xwe derdikevin, divê hunermend bêhtir bixebite û xwedî li daxwaza gel derkeve.”

OMER ÎKE /ÇETÎN KURŞUN
ROJNEWS/AMED