Koma Lawje di muzîka Kurdî de dengekî nû ye û albûmeke serkeftî hatiye amadekirin.  Koma Lawje albûma 'Seliqê' diyariyê hemû dengbêjan kir. Xala hevpar ya komê têgihêjtina muzîka Kurdî ye û armanca komê ew e ku taybetiyên muzîka herêma Colemêrgê bi hezkiriyên muzîkê re parve bikin. Endamên komê der barê albûmê pirsên me bersivandin:


Kom çawa hat avakirin?   

Wekî Lawje em (Alî Tekbaş, Alî Îmran Erîn, Serhat Bostanci) ji sala 1998'an pê ve hevdu nas dikin. Em li Colemêrgê ji dayik bûn, bi hev re mezin bûn û em wisa difikirin ku ev yek bû sedem ku hem dostaniya me hem jî muzîka me bi hêztir bû. Ji wan salan heta niha di gelek bernameyên muzîkê de bi hev re xebitîn. Di destpêka sala 2003'an de li ser muzîka gelerî xebitîn, di hatina gelhev ya Lawje û di amadekirina albûma 'Eyhok' ku ji Muzîka Gelerî ya Colemêrgê pêk tê de kedeke girîng û watedar ya Bulent Çetîn û Serdar Ozdînç heye.

Çima navê Lawje we bi kar anî her wiha 'Selîqe' ku weke navê albûmê we diyar kir tê çi wateyê?  

Lawje ji dîwaneke mezin pêk tê. Di vê dîwanê de xwediyê malê em in, lê em malovaniyê gelek hunermendan re dikin. Yanî aliyê derûnî yê xebatên Lawjeyê, şîroveyên muzîkê (aranje) ji me, ango ji Alî Tekbaş, Alî Îmran Erîn û Serhat Bostanci pêk tê. Her wiha basgîtarîst Onur Zanan Akin ku li Almanyayê dijî û hevala me Gulcan Koç ku colemêrgî ye dê her tim di diwanê de bi me re bin. Lawje tê wateya stran. Her wiha gelek wateyên Lawje hene. Di muzîka gelerî ya Colemêrgê de wekî formeke herî karakterîstîk tê zanîn. Em dibînin ku li herêma Cizîr-Botanê bêtir ji bo stranên olî tê bi kar anîn. Gelek wateyê wê hene û hewldana me ew e ku em rengên cuda yên muzîka Kurdî parve bikin û navê Lawje tercîh bikin. Li herêma Colemêrgê, seliqê tê wateya tarzê stirînê, di wateya uslub de tê bi kar anîn û herî zêde wekî newa tê zanîn. Ji ber wateya herêma Colemêrgê me tercîh kir.

Albûm ji stranên herêma Colemêrgê pêk tên, gelo we çima tercîheke wiha kir?

Wekî Lawje xala me ya hevpar têgihêjtina muzîka Kurdî ye. Ji bo vê yekê jî li gorî me rêya herî watedar ew e ku em ji mîrateya çanda ku em lê ji dayik bûne derkevin rê û taybetiyên muzîka Colemêrgê ji hezkiriyên muzîkê re parve bikin. Ji ber vê yekê herêma Colemêrgê hat tercîhkirin û çanda Colemêrgê referans hat girtin. Di bijartina stranan de formên muzîka referans hatin girtin û wisa albûm hat amadekirin. Me hewl da ku ji her formekî muzîkê mînakekê bijbêrin. Di dema berhevkirina stranan de me bi dengbêjan re hevdîtin pêk anî, deng û dîmenên wan qeyd kir. 


Mirov di albûmê de jî dibîne ku muzîka Colemergê hinekî cuda ye. Gelo hûn vê cudahiyê çawa dinirxînin?

Ger mirov taybetiya erdnîgariya herêma Colemêrgê li ber çavan bigire dibîne ku qirikeke hişk heye. Em wisa difikirin ku ji ber vê yekê ew dengên cuda ku di albûmê de tên bihîstin hatine bi kar anîn. Em wisa difikirin ku sedema vê yekê li Colemêrgê bi asuriyan re jiyana hevpar e. Dema mirov taybetiya erdnîgariya Colemêrgê bîne ber çavan, cîranê gelek herêma ye. Di warê erdnîgariyê de nêzî çandên fars, ermenî û ereban e. Gelo ev yek bandora xwe li ser mûzîka Colemêrgê kiriye? Em nizanin, ji ber ku bi qasî ku em dizanin di vê mijarê de lêkolîn nehatiye kirin. Ger mirov behsa bandorê bike jî dikare bibêje ev di nav muzîka herêmê de bûye formeke nû û guheriye.

Di bergê albûmê de çîroka stranan jî cih digire, gelo we çima pêwîstî dît çîroka stranan bidin nasîn?

Di ravekirinê de bi kurtasî wateyên formên muzîkê û naveroka stranan hat vegotin. Armanca me ew bû ku em formên muzîka Colemêrgê ji guhdaran re parve bikin. Ev formên muzîkê ku ji kewneşopiya devkî tên, xwedî şopên jiyana li herêma Colemêrgê ne. Mînak di dawetan de forma Narink û Serşo, di dema derketina zozanan û vegera ji zozanan forma Pîrepayîzok û di dewatan de dema coş zêde dibe wekî Stranên Dawetê. Di parvekirina van agahiyan de armanc ew e ku der barê dewlemendiya çanda Colemêrgê agahiyan parve bikin.

Di albûmê de strana Xecê û Siyabend jî cih digire. Kîjan aliyê çîroka Siyabend û Xecê bandor li ser we kir?

Di muzîka Kurdî de destan xwedî cihekî girîng in. Di albûmeke ku gelek formên muzîkê heye de, ger mînaka destanê hebe ev kêmasiyeke mezin e. Ev destan li gelek bajarên herêmê tê vegotin û her wiha li Colemêrgê jî tê vegotin û ev destan mînakeke girîng bû. Di çîroka Xecê û Siyabend de herî zêde em di bandora fedakariya Xecê de man. Em di şexsê Xecê de fedakariya hemû jinên Kurd dibînin û me xwest em ji bo wan cih bidin vê stranê. Ger çand û zimanê Kurdî gihîştibe van rojan, di vir de dengbêjî xwedî cihekî girîng e. Muzîka gelerî ya Kurdî gihîştibe van rojan çavkaniya yekem dengbêj in, ji bo çiya, deşt û zozanên erdnîgariya Kurdan tu caran dengê wan nebuhure, me albûm diyariyê wan kir. Em ê di hemû xebatên xwe de dengbêjan bi bîr bînin.


DÎCLE MUFTUOGLU/DÎHA/AMED