ELÎ KEDRO/CAFER CAFO

ANHA/ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo xwendekarên Efrînê yên ku perwerdeya wan nîvçê  mabû dest bi vekirina dibistanên navîn û amadehiyê kir.

Gelek dibistanên Efrînê di encama bomebebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de xirab bûn, lewma Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û ji bo ewlehiya xwendekaran dibistan girtin.

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê çete û artêşa Tirk a dagirker ve gelek welatî neçar man ji malên xwe derkevin û li Kantona Şehbayê bi cih bibin. Welatiyan li Şehbayê xwe bi rêxistin kirin û sazî vekirin.

Nebûna derfetan nakin hincet

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ji bo xwendekarên ji perwerdeya werza duyem a sala perwerdê 2017-2018 bê par mabûn bi derfetên kêm be jî, di 3’ê Hezîrana borî dibistanên seretayî ji 25 hezar şagirtan re vekirin û niha jî dest bi vekirina dibistanên navîn û amadehiyê dike.

Da ku li perwerdê vegerin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk , yekemîn dibistana navîn û amadehiyê li gundê Til Qerah ê navçeya Erizê ya Kantona Şhbayê vekir. 170 xwendekaran li dibistanê perweredeya xwe dibînin.

Perwerde ji aliyê kadroyên pispor ve tenê dayîn. Girêdayî mijarê endamê KPC-D ya Kantona Efrînê Zinar Elûş diyar kir ku armanca vekirina dibistanan vegera xwenderkeran li perwerdê re ye û got,” Em ji tevahiya cîhanê isbat dikin ku li kû derê dibe bila bibe û her çiqas em zor û zehmetiyan bikşînin jî, em perwerdeya xwe didomînin.”

Ji bo xwendinê alîkariyê bidin

Elûş diyar kir ku ji ber dorpêça li ser Kantona Şehbayê di peydakirina pêdiviyên dibistanan û di meşandina xebatên perwerdê de gelek astengî û zehmetî kişandin. Elûş da zanîn ku wê xebatên vekirina dibistanan bidomînin û bang li rêxistinên mirovî û yên têkildar kir ku bi wan re alîkar bin û pêdiviyên dibistanan ji xwendekaran re peyda bikin.