Li gorî daneyên fermî yên Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li hemberî Jinan a li Herêma Kurdistanê, di nava 9 mehên destpêkê yên îsal de 37 jin hatine qetilkirin û 54 jinan jî xwe kuştine.
Her wiha 7 hezar û 573 bûyerên şîdet, kuştin, xwekuştin, şewat, xweşewitandin û destdirêjiya zayendî yên li dijî jinan hatine tomarkirin.
113 jin şewitîne, 90 jinan jî xwe şewitandine. Nehatiye diyar kirin ka ji van jinan çend mirine. Li gorî daneyên hatine eşkerekirin, 87 bûyerên destdirêjiya zayendî ya li hemberî jinan hatiye kirin
Sal bi sal zêde dibe
Li gorî daneyên Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan a li Herêma Kurdistanê di nava 8 mehên destpêkê yên 2017’an de 6 hezar û 662 bûyerên şîdetê li dijî jinan hatibûn kirin. Li gorî par, îsal şîdeta li dijî jinan gelek zêde bûye.
SILÊMANÎ