Fermandarê Giştî yê Tabûra Ehrar Cerablus a di bin bane Melcîsa Leşkerî ya Cerablusê de  Armanca Cerbalus diyar kir ku di nava komên çete yên  Mertala Firatî de gelek parçebûn çêbûye û got: ʺzêdeyî 25 çekdarên ji Diri El-Firat feqetiyan berê xwe dan Melcîsa Leşkerî ya Babê. Çekdarên ji DIri El-Firatê veqetiyane rastî û rêxistyina Melcîsa Leşkerî ya Cerbalsuê dîtine.ʺ

Armanc Cerblus destnîşan kir ku piştî komên çete derbasî Cerblusê bûn û welatiyan kiryarên wan dîtin, gelek çekdar ji wan vediqetin û wiha dom kir: ʺHeta niha 25 çekdar ji wan hatine gel me.  Çeteyên Diri El-Firat di nava herêmên dikevênê dizî û tevliheviyê belav dikin.ʺ

Cîgirê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Armanca Cerblus di dawiya axafitna xwe de got  ku ewê heta dawî ji bo rizgarkirina gelê Cerblusê tekoşîna xwe bimeşînin. 


 KOBANÊ