Li gorî heman çavkaniyan hêzek ji yekîneya 12’an a cihê wê li bajarokê Asra ya 40 kîlometre dûrî sînorê Urdunê ye bi leşkerên veqetyayî yên ku navê Artêşa Sûriya Azad li xwe dikin şerekî dijwar kirine.
Ji aliyekî din ve banga hêzên muxalefetê a ji bo ambargoya giştî ji alî gelek kesan ve bi erênî hate nirxandin û li gelek deverên Sûriyeyê deriyê dikanan nehatin vekirin.
Li gorî hin şahidên ku agahî dane ajansên nûçeyan di şerê ku di navbera artêşê û leşkerên veqetyayî de qewimiyê de 3 tangên artêşa Sûriyeyê hatine şewitandin. Wekî tê zanîn ew herêma ku behsa w êtê kirin deverekî çiyayî ye ku gelek şikeft j îlê hene û leşkerên veqetyayî dikarin bi hesanî xwe lê veşêrin û ji wir dikarin bi hesanî xwe bighînin navçeyên Şamê jî.

Hilbijartinên herêmî 

Ji aliyekî ve şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekariyê û muxalifên rejîma Esad de dijwar dibin ji aliyekî din ve hilbijartinên herêmî di nava sozên hikûmetê ku dê ji hilbijartinên berê zelaltir bin û di nava boykotkirina muxalifan de pêk hat. Ji ber dîroka hilbijartinan di vî welatî de ji 40-50 salan vir de hemû bi rengekî şekilî dihatin pêk anîn û kî dixwestin ew di hilbijartinan de biser diket lewre jî baweriya gelê Sûriyeyê bi van hilbijartinan nayê û gelek kes tevlêbûna van hilbijartinan wekî xapandinê dinirxînin.
Di van hilbijartinan de dê nêzîkî 17 hezar rêveberên herêmî werin hilbijartin, di van hilbijartinan de 43 hezar kes bûne berendam.
Hate diyarkirin ku li ser sindoqên hilbijartinê çavdêrên navneteweyî tune ne, hilbijartin, di bin çavdêriya leşker û polîsan de pêk tê. Rayedaran dan diyarkirin ku wê hilbijartin ji yên salên din azadtir be, lê muxalîf banga boykotkirina hilbijartinê dikin.

Kurd beşdar nabin 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ragihand ku ew ê beşdarî hilbijaritnên herêmî yên li Sûriyeyê ku wê di 12’ê berfanbarê de pêk bê, nebin.
TEV-DEM’ê di daxuyaniya dayî de diyar kir ku ew ê beşdarî hilbijartina herêmî ya Sûriyeyê nebin. TEV-DEM’ê di daxuyaniya dayî de destnîşan kir ku her çendî rejîma Sûriyeyê behsa hin reforman dike, lê di pratîkê de pêngav nehatine avêtin.
TEV-DEM’ê bal kişand ser rewşa heyî ya Sûriyeyê û diyar kir ku ev rewş ji bo hilbijartinê ne destdayî ye û ragihand ku ew ê beşdarî hilbijartinê nebin.

Nikare berdewam bike 

Serokê Partiya Pêşketinxwaza Sosyalîst a Libnanî Welîd Canpolat ku bi eslê xwe Kurde û heftiya borî cara yekemîn serdana Herêma Kurdistanê kir, ragihand ku ligel Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa niha ya Sûriye û paşeroja herêmê kirine.
Serokê Partiya Pêşketinxwaza Sosyalîst a Libnanî Welîd Canpolat heftiya borî serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Canpolat di hevpeyvîna ligel Rûdawê de red kir ku ti name û peyamek ji desthilatdarên Sûriyê ji serkirdeyên Kurd re anîbe û got: “Ez ne qasidê ti kesî me ji Sûriyê bo vê derê.”
Partiya Canpolat hevpeyman û beşdarê Hikûmeta Libnanî ya di bin serokatiya Hîzbûllahê de ye. Canpolat dibêje: “Rejîma Beşar Esed nikare bi vê rê û şêweyî niha berdewam bike. Divê sîstema deshilatdariyê li Sûriyê bê guherandin.”


 ŞAM