Hunermendê Kurd Sedat Bariş filma bi navê “Bavê min toz şekir” çêkir ku komkujî û kuştina kesên kujerên wan ne diyar ên salên 1990’î derxist ser perdeyê. Sedatê ku ji ber komkujiyên li Kurdistanê navber da girtina dîmenên filmê, diyar kir ku dema ew zilma salên 90’î dikin film, îro jî li ser gelê Kurd komkujiyek heye û bajarên Kurdan tên rûxandin.


Filma wî ya ewil e

Derhênerê Kurd Sedat Bariş di filma xwe ya yekem ê bi navê “Bavê min toz şekir” de mijara “Kuştinên Kujer nediyar” lê di rastiyê de kujerên wan diyar, da nîşan. Film, di nava salên 1995-2002’an de li gundên Kurdistanê bi taybetî jî li Dêrsimê ambargoya nan û zad jî dike mijara xwe. Derhêner di filma 15 qedeyî de li navçeya Ovacik a Dêrsimê bavekî ku ji bo malbata xwe torbeyek şekir veşartî dikire û di encamê de canê xwe dide, li ser perdeya spî dide nîşan. Film di 10 rojan de bi ekîpeke 24 kesî hat kişandin. Di heman demê de ji bo komkujiyên ku îro li Kurdistanê pêk tên jî mijara fîlmê ne. Film meha Adara 2016’an hat kişandin. 


‘Serpêhatiyê fikra derhêneriyê da min’

Sedat Bariş ev 15 sal in karê hunerî dike, demeke dirêj e ku di film û rêzefilmên Kurdî de derhêneriya hunerî dike. Yekemîn fîlma Bariş fîlma “Bavê min toz şekir” e. 

Bariş diyar kir ku wî hertim li pişt kamerayê kar kiriye, fikra kişandina filmê jî ji bihîstina serpêhatiya kesekî Kurd ê ji Dêrsimê derketiye holê. Bariş anî ziman ku gelê Kurd di salên 90’î de pir zehmetî kişandiye û weha axivî: “Zilmek mezin li ser gelê Kurd dihat meşandin. Gelê Kurd bi berxwedaneke mezin têkoşîna xwe dewam dikir. Wê demê jî nexasim li Dêrsimê, ji ber cudahiya ziman û ol zordariyeke zêde dihat meşandin. Wê demê kirîna nan û zad bi fîşên ji qereqolê dihatin kirrîn û kesên ku zêde tişt bikirriyana bi hinceta alîkariya gerîllayên PKK’ê bi awayekî giran dihatin cezakirin.”

Bariş da zanîn ku dema wî zilma salên 90’î kir film, îro jî li ser gelê Kurd komkujiyek heye û bajarên Kurdan tên rûxandin. Bariş anî ziman ku di demekê de ku gelê Kurd di komkujiyê re derbas dibe, divê hunermendên Kurd jî di nava gelê xwe de bin û weha pê de çû: “Erkê hunermendan ew e ku êş û kêfxweşiyan bi çavê gel bibin ser perdeya hunerê. Hunermendê ne di nava gelê xwe de ne hunermend e. Bi sedan serpêhatî û destanên Kurdan hene. Divê hunermendên Kurd van rastiyan derxin holê.” 

Bariş da zanîn ku ew dê filmê ji festîvalên Kurdan, festîvalên demokratan û hemû welatên derve re bişîne. 


 DÎHA/AMED