Li gorî pisporên siyasî niha li Başûrê Kurdistanê 32 cureyên krîzê hene ku ji aliyê siyasî, rêvebirî, aborî, civakî, ramanî, serbazî, heta wîjdanî û exlaqî ne, lê belê ji nava van krîzan bi tenê 2 derdikevin pêş, ew jê "serokayetiya herêmê û kirîza aborî" ne. Niha Başûr nava valatiyeke siyasî de ye, li gorî li hevkirina di navbera YNK û PDK´ê ya 30'Hezîrana 2013´an ji bo 2 salên din li pey 8 salan, serokayetiya Mesûd Barzanî hatibû dirêjkirin lê piştî ku ji 19'ê Tebaxê û vir ve li gorî qanûnê êdî Barzanî Serokê herêmê nîne û ew erk derbazî Dr.Yusuf Mihemed bûye ku Serokê Parlemanê ye û heya 60 rojan dikare vê erkê pêk bînê, di 20 mehan de wê ew erka serokayetiyê jî bi dawî bibe, di pey re jî divê parleman bicive ji bo ku biyareke nû bide yan vê demê dirêj bike yan jî biryara hilbijartinên pêşwext bide.

Ev gavên pêwîst in ji bo dagirtina vê valatiyê tevî ku şeklî û formalîte ne, lê di fîîlîyatê de 2 hêzên siyasî bi taybetî PDK biyarê dide, biyar jî di nava Hikûmet û Parlemanê de nayên dayîn. PDK ku beşeke mezin a hêza serbazî, medya û çavkaniyên petrolê kontrol dike, li gorî vê dikare her kêlî bixwaze û li gorî berjewendiyên xwe hêzên serbazî bixe nava tevgerê, 12´ê Cotmehê bi biryareke ku li civîna polîtburoya PDK´ê hatibû girtin Dr.Yusif Muhemed, serokê Parlemana Başûrê Kurdistanê û 4 wezîrên Goran ji peywîrê hatin girtin û heta nehiştin ku li Hewlêrê bimînin. 

PDK´ê îda kir ku Goran gefan li ewlekariya Başûr dixwe. 12´ê Cotmehê dema Serokê Parlemanê xwest biçe Hewlêrê û karê xwe bike, hêzên serbazî yên li ser rêya navberê Hewlêrê-Kerkûkê hatibûn komkirin ji bo astengkirina wan got: "Eger ev hêz li Şengalê baye jin û zarokên Kurdan nediketin destê DAIŞ´ê". Ev peyam gelekî zelal e ji ber ku derxistina wan ji pêvajoya siyasî bi hêza çekê hatiye kirin. Van rojên dawî jî pêşmerge ji hin çeperên şerê DAIŞ´ê hatine kişandin li hemberî qaşo gefekê ji bo parastina xwe bikar tînin. 

Krîza dûyemîn ya ku derketiye pêş krîza aborî ye ku ev bûn 4 meh ku mamoste û karmendan meaşê xwe nestandiye tevî ku rojane petrola Başûrê Kurdistanê ji bo derve tê şandin û pereyê wê jî nazivirê xezîneya Bexdayê. Gel dipirsê, "pereyên ew qas petrola tê derxistin bi ku ve diçe", ji bo wê jî zêdetirî 3 hefteyan mamoste û karmendan greva neçûna ser kar dane destpêkirin.

Ev rewşa Başûrê Kurdistanê bû manşêt di çapemeniya Cîhanê de jî ji ber ku hat gotin krîz navê krîza serokayetiyê ye lê di bingehê wê de nakokiya di navberê nêrîneke ku mîna AKP´ê dixwazê sîstema serokayetiya sultanî ferz bike, nêrîneke din jî ew e ku dixwazin bi qanunê meseleyan çareser bikin û di bin banê parlemanê de çareser bikin. Li gorî nêrîna yekemîn, PDK bi tenê maye û herçî nihêrîna din e, 4 partiyên siyasî di nava Hikûmetê de û piraniya civakê û hêzên din yên siyasî alîgirê wê ne. 

Kanala BBC di nûçeyeke xwe de îşaret bi tiştekî balkêş kiriye û dibêje, Barzanî li hêviya encamên Hilbijartinên Tirkiyeyê ye, eger Erdogan pirraniya dengan di Hilbijartina 1'Mijdarê de bi dest bixe, hingê Barzanî jî wê di serokayetiya Başûrê Kurdistanê berdewam be. Dîsan piştî 5 rojan bê dengiyê Nêçîrvan Barzanî di peyameke videoyî de got, "Di 2 hefteyên pêşiya me de wê her tişt zelal bibe". Wê çi bibe, bêguman mîna berê wê ti carî di serê wan hêzên ku bûne astengî li pêşiya demokratîkbûnê, tiştên baş wê peyde nebin. Tişta ku di destê gel de maye berdewam kirina xwepêşandan û nerazîbûnê ye û li aliyekî din jî pêdiviya Başûrê Kurdistanê bi lez bi îtîfaqeke hêzên demokratîk û avabûneke nû heye, nexwe mîna ku li pirr raporên navnetewî  û nûçegihanên cihanê li herêmê dibêjin, "Desthilatdarên Başûr herêma xwe ber bi karesateke nû ve dibin".