Bi nezîkbûna hilbijartinên cîhî re Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)zend û bendên xwe badan. Di çarçoveya tifaqan de HDP´ê bi 7 partiyên Kurd re civiya.Partiyên siyasî yên Kurd di civînê de êrişên desthilatdariyê yên di hilbijartinên cîhî de û lêgerîna yekitiya gelê Kurd nirxandin û biryara tifaqê dan.
Hedef Yekitiya Neteweyî ye
Parlementerê HDP´ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ku ev demek dirêje di van xebatan de cih digire, derbarê civîna tifaqê de peyivî. Necdet Îpekyuz, diyar kir ku di encama hevîdîtina partiyên Kurdan de biryarek hevpar derket holê û got,”Ev biryar wê bi hilbijartinên cîhî re sînordar nemîne û hedef Yekitiya Neteweya Kurd e.Îro hemû Rojhilata Navîn li ser me Kurdan diaxivin. Êdî tu wateya pevketina me tuneye. Divê pêşiya siyaseta demokratîk êdî vebe. Ji berê de jî em wisa nêz dibin. Ji xwe perspektîfa me ya yekemîn ne hilbijartinên cîhîne. Em hemû dixwazin rejîma li Tirkiyeyê bêguhertin.”
Li kêleka hev mayîn girînge
Îpekyuz, di dawî de li ser giringiya hevdîtin û tifaqa bi partiyên Kurd re jî got,“ Îro li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêvajoyek pir zor tê jiyîn. Di pêvajoyek wiha de li kêleka hev mayîn girînge. Em dixwazin li ser mijarên hevpar bên gelhev. Ji bo hilbijartên cîhî dînamîkên cuda hene. Di vê çarçoveyê de, di navbera Tevgera Azadî, DBP, Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD) Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiyê (PDK-T) tifaqa hat avakirin û emê di 7’ê Çile de (îro) daxuyaniyek hevpar bidin.”
MA/AMED