9 meh berê û dema îsrara ap û jinapa Ebîrê ya zewacê zêde dibe, Ebîr ji mal dereve bere xwe dide bendeke kontorlê ya hêzên YPJ’ê. Dema ku Ebîr xwesteka xwe ya tevlîbûna YPJ tîne ziman ıayedarên YPJ’ê ji Ebîr re dibêjin tevlî dewreya perwedeyê bibe. Ebîr qebûl dike û tevlî perwerdeya leşkerî û siyasî dibe û navê xwe jî dike Rojbîn Hesekê.

Şervana YPJ’ê Ebîr Kemal Xelef (Rojbîn Hesekê) derbarê tevlîbûna xwe dibêje ku piştî wê perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya YPJ’ê dîtiye wê jiyana azad fam kiriye û wiha pêve diçe: “Ez di nav jiyana YPJ’ê de fêrî îsrar, hezkirina azadî û wekheviyê bûm.”

Rojbîn piştî perwedeyê dibîne di oparesyona rizgarkirina Til Hemîs de cihê xwe digire, beşdarî şerên li Hesekê û derdora Til Temir dibe. Di pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de beşdarî şer bû û li herêma Çiyayê Kizwanan moral û hêvî dida jinên Ereb ên herêmê ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê zilm û zordarî jiyan dikirin.


 HESEKÊ