Ebrahîm ELÎPOOR


Di navbera wêne û bîrê de têkiliyeke xurt heye, bi wî rengî u mekan û kêliya di bîrê de di fotograf de dicemidin. Di bîrê de dewra rîtuelan jî di nava civakê de gelek e. Gelek tiştên civakî xwe bi bîrê bi cih dikin, bi saya tesîra dîmen, kelecan û kêferata rîtuelan. Li Kurdistanê gelek komên civakî, etnîk, lînguîstîk, dînî û mezhebî hene ku bi rîtuelên cûr bi cûr xwe di nava bîra civakî ya komên xwe de bi cih kirine. Di warê rîtuelan de hem di warê mekan û hem jî diwarê pirrengiya merasîmî de Hewraman ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelek wênegiran bûye mekanekî ku mirovan ber bi xwe bikişîne. Lê belê fotografên wênegirê Kurd ê ciwan Îbrahîm Elîpûr (Ebrahim Alipoor) ê ji Rojhilatê Kurdistanê di vî warî de bê guman di warê serketîbûna zeftkirina kêliyê de serketî ne. Elîpûr ji PolîtîkArtê re behsa wênegiriya xwe û yekê ji van rîtuelên Hewramanê dike ku li gundê Hewramê Text bi navê Merasîma Pîr Şalyar bi rê ve diçe. 

 

Pîrê Şalyar li Hewramanî Text

Marasîmên Pîr Şalyar li gundê Hewramanî Text bi rê ve diçin ku li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev Merasîm li dora fîgurê destanwarî, efsanewî yê bi navê Pîrê Şalyar digerin. Li gorî rîwayetê ew rahibekî Zerdeştî bûye, ku li deverê bi cih bûye û dînê xwe li wir belav kiriye.

Ev merasîm ku cejneke sê rojî ye, li dawiya çilê zivistanê tê pîrozkirin ango di nîvê meha sibatê de. Ev cejn li gorî rîwayetê ji bo bibîranîna salvegera daweta ji bo zewaca Pîrê Şalyar bi Behar Xatûnê re ye ku keça Hakimê Buxarayê ye. Ev keç kerr û lal ji dayika xwe bûye.Pîrê Şalyar jî bi mûcîzeyeke îlahî li gorî rîwayetê ew baş kiriye. Paşê jî bi wê re zewiciye. 



Mala Pîrê Şalyar li Hewramanî Text navenda merasîman pêk tîne, hem di warê mekanî de û hem jî di warê rîtuelî de. Di vî karê min yê fotografgiriyê de gelek merasîmên qurbankirina heywanan hene, çêkirina şîrînahiyan û xwarinên taybet û kilorên piçûk ên nên heye, xwarina ziyafetê heye, helbest xwendin, çêkirina mûzîkê û semahên ku mirov dikare ji wan re zikra dînî bibêje hene.


Merasîm û terîqeta Qadiriyan 

Li gorî Prof. Dr. Philip. G. Kreyenbroek elaqeya merasîman û vê cejnê mihtemelen bi terîqeta Qadriyan re heye; Pîrê Şalyar her weha li cem Yarsanên Kurdistanî jî pîroz û ew weke fîgurekî xwedayî tê hebandin. Lê belê Yarsan di vê cejnê de qet cihê xwe nagirin û beşdar nabin.


Ji bo çi Pîrê Şalyar?

Sala min a yekem bû ku min dest bi wênegiriyê kiribû û min çavên xwe li Kurdistanê digerandin da ku li welatê xwe mijarên baş peyde bikim. 



Min der barê Pîrê Şalyar de bihîstibûn hin tişt û xwendibû jî ku digotin ew yek ji kevintirîn merasîmên Kurdistanê ye. Ez bûm aşiqê xelkê Hewramanê û vê merasîmê. Pê re jî min dest pê kir wêneyên wê bigirim; bi beriya bi 7 salan ve min wêneyên vê merasîmê digirtin. Min par pitûkeke wêneyan a li ser vê merasîma Pîr Şalyar a 85 rûpelî weşand. 


Rengên reş û spî



Tevahiya wêneyên di vê albûmê de ku ez behsa wan dikim, ên merasîma Pîrê Şalyar, reş û spî ne. Çawa ku Ted Grant dibêje, “Dema ku mirov wêneyê mirovan bi rengan digire digire, mirov wêneyê cilûbergên wan digire. Lê dema ku mirov wêneyên wan bi rengên reş û spî digire, hingê mirov wêneyê ruhê wan digire!”


Parastina ruhê çand û merasîmê 

Ji bo wêneyên min jî ev rast e. Ez wênegirekî belgeker im, ji ber wê jî ez hewl didim ruhê mirovan û tiştan bi wêneyan bigirim. Ji bo min nexasim jî di projeya Pîrê Şalyar de ev veguhertineke her sal bû ji be rgelek sedemên cihê. Ji ber vê bi wêne belgekirin û parastina çandê û ruhê merasîmê gelekî girîng e. Ji dema min dest bi vê projeyê kir û vir ve, gelek rêûresm û detayên di wêneyên min de belgekirî, hatin texrîbkirin yan jî ji bîrê hatin birin; hatin jibîrkirin. Ji ber vê sedemê jî aliyekî din ê wêneyên min ew e ku di nava dîrokê de belgeyekê bi gewde bikin. Ez hewl didim tiştan mihafeze bikin, wan bigihînim mirovên din û nifşên piştî me.



Ciwanekî behremend Ebrahim Alipoor 



Îbrahîm Elîpûr (Ebrahim Alipoor) 4´ê Îlona 1989´an li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Baneyê tê dinê. Ji sala 2009 ta 2012´an li zanîngeha Payamê Nûr a li Bokanê xwend lîsansa xwe ya mîmariyê temam kir.  

Ew di heman demê de grafîker û dîzaynkerê filmê Mulct e ku sala 2014´an Mehdî Xelîlî derhêneriya wî kir. 

Di warê wênegiriya filman de jî serketî ye û ji bo filmên li jêr xebitiye:


* “Natamam be sheddatê harçê tamamtar”, 2015, bi derhêneriya Azad Mohammadi

* “Fall’s Guest”, 2014, bi derhêneriya Nazir Mirzaei

* “Black And White”, 2014, bi derhêneriya Jalal Saedpanah

* “Identity”, 2013, bi derhêneriya Towfigh Amani

* Belgefilma “Kurdish ‌Handmade Carpet (Berên bi destan çêkirî yên Kurdî)”, 2013, bi derhêneriya Kaveh Kiyani

* “Shutter”, 2012, bi derhêneriya Farzad Hassanmirzaei

* “Kurdistan State Cultural Package”, 2012, yê dayî çêkirin Iranian Cultural Heritage Organization (Rêxistina Mîrateya Çandî ya Îranê)


Bi pêşangehan serketî

Îbrahîn Elîpoor di warê wênegiriyê de ewqasî serketiye ku di demeke kurt de dest bi organîzekirina pêşangehên xwe yên solo dike. Ya pêşî jî li bajarê Bokanê dike bi navê "Belgekariya Civakî" li zanîngeha Peyamê Nûr sala 2012´an. Bi navê "Koleksiyona Çanda Kurd" sala 2014´an pêşangehê li Baneyê li dar dixe. Pêşangeha bi navê "Antropolojiya Kurdistanê" sala 2013´an li Slovenyayê bi rê ve diçe. Li bajarê Bokanê sala 2013´an jî pêşangehêkê vedike bi navê "Wênegiriya Xwezayê". Li muzexaneya Tebrîzê pêşangeha fotografên "Berên bi desta çêkirî" vedike. Hin ji van pêşangehan li bajarên Tehran, Sarî, Baneh du carî tên vekirin.


Her xelat wergirtine

Bi xebata xwe ya wênegiriyê Elîpûr hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin. Li Slovenyayê sala 2015´an di beşa di geştyariyê de xelata zêrîn wergirt di Slovenia Fotostrom Festival de. Wekî din xelata MCPF sala 2015´an di 66. "International Exhibition of Photography" a Midland Salon wergirt. Wekî din ji aliyê gelek tercîh û pêşbirk û festîvalên li Hindistanê, Bengal, Ingilistanê û gelek welatên Dinyayê xelat wergirtin. Li Îranê yek ji wênegirên herî serketî yên ciwan tê qebûlkirin û bi dehan xelatên di warê wêneyê de wergirtine.