Şerê mezhebî li Sûriyeyê berfireh dibe û her ku diçe dijwartir dibe. Niha rejîma Beşar Esed bi balafirên şer dajo ser çekdarên muxalif û taxên bajarên Heleb, Himis û Dêr al-Zorê dide ber bombeyan. Di van rojên dawî de bi sedan sivîl di encama êrîşên balafirên şer ên rejîma Esed de hatin kuştin. Di nava wan de gelek kurd hebûn. Li gundê „Eyn Isa“ yê girêdayî bajarê Reqayê, bi qasî 30 welatiyên kurd dema dixwestin pêdiviyên xwe yê sotemeniyê ji Binzînxaneyekê bigirin, rastî êrîşek belafirên şer ên rejîma Esed de hatin û jiyana xwe ji dest dan.
Rejîma Esed bi hemû hêza xwe hewl dide çekdaran têk bibe. Heta niha li hin cihan bi serketiye. Ew alîkariyê ji Rûsiya û Îranê digire. Tê gotin ku çekên Îranê bi ser Iraqê ve ji bo artêşa Esed tên şandin. Her weha li Lubnanê rêxistina Hizbulah ya şîa hemû cûreyên alîkariyê dewrî rejîma Esed dike. Tê gotin ku bi hezaran milîsên vê rêxistinê li Sûriyeyê hene, mil bi mil bi rejîmê li dijî çekdarên muxalefetê şer dikin. Hêzên şîa yên heremê hemû destekê didin rejîma Esed. Bi nêrîna wan tiştê li Sûriyeyê diqewime, ne serhildana gele, lê ew şerekî muxalefeta sunî ye ku destekê ji welatên ereb ên sunî û Tirkiye digre da ku desthilatdariyê ji destê elewiyan derbixe.
Di daxuyaniya xwe ya herî dawî de serokê rejîma Şamê Beşar Esed diyar kir, ku ewê şerê hêzên çekdar ên „destekê ji derve digrin“ berdewam bike. Esed Erabîstana Saûdiyê, Qeter û Tirkiye bi nav kir û da zanîn ku eger ne bi desteka van welatan bûya, dê tevgera çekdaran ji mêj ve têkbiçûya.
Di şerê sal û nîvekê de rejîma Esed 2 armancên girîng pêk anîn:
Yekem: dikarîbû beşên gelên Sûriyeyê yên ne sunî bêalî bike û wan li dijî çekdaran bide xebitandin. Wî sûd ji çewtiyên muxalefetê dît û ji kiryarên şoven û tûndrew ên hêzên çekdar.
Duyem: wî dikarîbû hêzên şîa yên heremê û Rûsya û Çîn îkna bike, ku ev ne serhildana gele, lê êrîşek ji bo wergirtina desthilatdariyê, ku ji derve tê birêvebirin.
Her weha hêzên muxalefeta Sûriyeyê destê xwe dirêjî her welatî kirin û alîkarî xwestin. Bi milyonan dolar ji bo şerê li dijî rejîma Esed ji wan re çû. Bi taybetî (Meclîsa Stenbolê) gelek pere wergirt û di nava endamên xwe de wenda kir!. Niha nakokiyên mezin di navbera vê meclîsê û „artêşa azad“ de ji bo „pereyên alîkariyê“ derketine. Jixwe her beşekî muxalefeta Sûriyeyê girêdayî welatekî ye. Hin hene girêdayî Erabistana Saûdiyê ne. Hin jî girêdayî Qeter û Tirkiyeye ne. Ev li gorî „jêdera fînansê” tevdigerin, ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê, yê ku ev sal û nîvek di bin top û tankên artêşa Esed de bedelên mezin dide.
Muxalefeta girêdayî hêzên heremî û li gorî fermanên wan tevdigere, zirarek mezin da serhildana gel. Bi rêya „tûndrewkirina“ xîtaba xwe û bikaranîna hestên mezhebî yên sunî, kartên baş xistin destê Esed û hemû hêzên Şîa yên heremê li dora wî civandin. Em Îranê mînak bigrin. Di destpêkê de helwesta wê li hemberî rûdanên li Sûriyeyê ne weha dijwar bû. Ew li çareseriyek aştiyane digeriya. Heta carekê ji berpirsên „Kordînasyona Hêzên Demokrat” re gotibû: ji bo me rejîma Esed ne xêzêk sor e. Eger berjewendiyên me li Sûriyeyê û Lubnanê bêtin gerntîkirin, em dikarin pişta Esed berdin. Li gorî agahiyên taybet ên ji min re hatine gotin, Tehranê xwestibû ew 2 kesên nêzîkî xwe li Wezareta Karê Hundurîn û Wezareta Parastinê bi cih bike. Ew jî ji bo „dosyeyên hesas“ yên girêdayî çekên Hizbulahê, di bin çavdêriya wê de bimînin. Lê ev yek pêknehat. Jixwe dema Îranê dît ku muxalefeta Sûriyeyê bi şerê li dijî şîa bang dike û alîkariyê ji rêxistinên wehabî yên Erebîstana Saûdiyê û Kuwêt û Qeterê digre, wê bi hemû hêza xwe destek da rejîma Esed. Ev jî şaşiyek din a muxalefeta Şamê ya girêdayî hêzên derve bû.
Ji bo kurdan jî, helwestên dijminane yên vê muxalefetê dewam dikin. Di hefteya derbasbûyî de “artêşa azad“ 2 yekîneyên li Idlib û Dêr al-Zorrê bi navê “ yekîneya şehîd Sedam Huseyin” saz kir. Di baweriya min de ev gav ji bo razîkirina hêzên selefî û wehabî û nîşandana dijberiya şîa hatiye kirin. Dibe jî ku wek şertekî hêzek finaskar be. Jixwe rewş ji bin kontrolê derketiye û her kes radibe ku „yekîneyek şer” ava dike û xwe li ser dike „mîr”.
Helwesta din a dijminane ji aliyê şêwirmendê rêxistina Birayên Misilman, Riyad al-Şiqfa hat. Wî dîsa gef li Kurdan xwar û got ewê tu carî destûrê nedin kurdan ku “Sûriyeyê parçe bikin”!. Her weha carek din Tevgera Azadiya Kurdistanê tehdîd kir û derew û bêbextiyên ku efendiyên wî yên di nava AKPê de belav dikin, dubare kir. Lê tevî van helwestên şerxwaz û şoven jî, hin kesên kurd ên di nava (Meclisa Stenbolê) de kar dikin, serî bera ber xwe dan û ev bêrûmetî li ser xwe qebûl kirin û îstifa nekirin.
Niha AKP'ê hewl dide çekdarên muxalefeta Sûriyeyê bînin hemberî kurdên rojava. Beriya çend rojan nûçeyek belav kir, tê de îdda kir ku 7 şervanên PKK'ê di pevçûnekê de bi “artêşa azad” re hatine kuştin. Ev yek ji aliyê YPG'ê ve hate derewandin.
Divê bête zanîn ku AKPê û peyayên wê yên di nava muxalefeta Sûriyeyêd e (hin ji wan kurd in) dê di dem'ên pêş de hewl bide nakokiyan derbixin û êrîşên çekdarî pêk bîne. Dibe ku êrîşi heremên kurdan bikin û çekdarên şoven û nijadperest li dijî kurdan bikar bînin. Jixwe ew kesên ku „yekîneya şehîd Sedam Huseyin” ava kirine û ew ji xwe re mînak girtine, ne dûre ku hewl bidin „Enfalan“ li dijî kurdên Roajav pêk bînin.
Hêzên li dijî kurdên rojava xurt dibin û destekê ji welatên mezin distînin. Kurdên rojava ne xwedî tecrubeyên kûr û dûr in. Lewma pêwîstiya kurdên rojava bi alîkariya kurdên beşên din heye.
Bi gotinek eşkere: bi alîkariya Tevgera Azadiya Kurdistanê heye!.
Di navbera şerê Şiî û Suniyan de Kurdên Rojava