EMÎR XANEQÎNÎ/ROJNEWS/XANEQÎN
Cihên dîrokî yên navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyala, di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de hatine paşguhxistin.
Navçeya Xaneqînê ji ber ku yek ji herêmên bi nakok ên ser bi madeya 140´ê ye, di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de maye. Ji bo wê metirsiya tinebûna cihên dîrokî yên Xaneqîn zêde ye.
Rêveberê Navenda Geştiyarî li navçeya Xaneqînê, Semîr Serdar der barê mijarê de got; “Ji ber nebûna navendeke ji bo parastina cihên dîrokî li Xaneqînê, beşek ji cihên dîrokî em bi xwe parastina wan dikin.”
Navendeke parastinê divê
Semîr Serdar bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku giringiyê bidin bi cihên dîrokî û navendeke ji bo parastina cihên dîrokî li Xaneqînê vekin.
Li ser cihên dîrokî yên li Xaneqînê, Semîr Serdar agahî dan û navê wan wiha rêz kir; “Li Xaneqîn cihên dîrokî yên weke Pira Dêrîn a Elwen, Goristana Leşkerên Lehistanê ku dîroka wan digehe serdemê Şerê 1. ê Cîhanê.”
Gelek cih rûxiyane
Çalakvanê medenî li Xaneqînê, Serwer Elî jî li ser heman mijarê got; “Li Xaneqînê gelek cihên dîrokî hene. Lê belê, ji ber ku ji aliye hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ve ti giringiyek bi wan nayê dayîn, beşek ji van cihên dîrokî rûxiyane.”
Serwer Elî her wiha hewldanên xwe bi bîr xistin û got; “Çend caran me ji aliyên peywendîdar daxwaz kir ku li Xaneqînê navendeke cihên dîrokî vekin û parastina wan li vir bê kirin. Her wiha ji bo parastina çanda Xaneqîn jî. Lê belê ev daxwaz û hewldanên me bê fayde man û ti encamek ji wan derneket.”