Nadir Rustî: Em dixwazin karnavalên ciyewaz li dar bixin. Em li gel rêxisitinên sivîl kar dikin. Armanca me jî ew e ku em di Newrozê de jimara geştiyaran bigihînin 2 milyon kesî.

Başûrê Kurdistanê, nexasim ji bo geştyarên Ereb ên Iraqê û yên welatên Ereb ên kendavê ji mêj veguheriye navendeke geştyariyê. Ji ber şerê li DAIŞ´ê hejmara geşyaran kêm bpûbe jî, herêm niha xwe amade dike ku bi Newrozê û geştyariya çandî ji nû ve ruh bi vê xisleta xwe bîne. Berdevkê Desteya Geşt û Guzarê ya Başûrê Kurdistanê Nadir Rustî li ser plan û bernameya xwe ya ji bo 5 salên bê peyivî.

Desteya Geşt û Guzar a Herêma Kurdistanê pilana pênc salên bê ji bo geştiyaran ber bi Herêma Kurdistanê ve bikişîne, eşkere kir. Berdevkê Rêveberiya Geşt û Guzarê, Nadir Rustî diyar kir ku ew ê di nava van salan de rêjeya hatina geştiyaran di cejna Newrozê de bigihînin 2 milyon kesan.

Berdevkê Desteya Geşt û Guzarê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rustî, bi rêya me,  amadekarî û bernameyên ji bo pîrozbahiyên Adar û Newrozê ragihandin û pê re jî plana pênc salan ya ji bo kişandina geştiyaran ber bi Herêma Kurdistanê ve eşkere kir.

Newroz weke nasnameyeke çandî

Nadir Rustî diyar kir ku planeke wan a stratejîk a pênc salan ji bo sektora geşt û guzarê hatiye amadekirin û ew ê girîngiyeke baş bi vê sektorê bidin. Herwiha Rustî diyar kir ku ew ê di Newrozê de girîngiyeke taybet bi vê yekê bidin û armanca wan ew e ku Herêma Kurdistanê bixin navendeke geşt û guzarê. Bi vê jî diyar dibe ku di stratejiya desteyê de heye ku Newrozê weke taybetmendiyeke Başûrê Kurdistanê bisêwirîne û weke hîmaneke nasnameya çandî ji nû ve ava bike.

2 milyon geştyar di Newrozê de

Nadir Rustî bi van gotinan îfade neke jî, ya ku desteyê weke plan daniye berxwe îşaret bi vê yekê dike. Nadir Rustî, wiha qala pêkanîna armancên xwe dike; “Em dixwazin karnavalên ciyewaz li dar bixin. Em ê di sala yekem de karnavalê ji bo nasandinê bikin. Em li gel rêxisitinên sivîl kar dikin. Her wiha em bi rêya saziyên ragihandinê jî kar li ser wê yekê dikin û belav dikin. Armanca me jî ew e ku em di Newrozê de jimara geştiyaran bigihînin 2 milyon kesî.”

Mafên geştiyaran wê bên parastin

Rustî di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku niha hemû amadekariyên wan ji bo pêşwazîkirina mêvanan di Newrozê de li otel û restorantan temam bûne.

Têkildarî çavdêrîkirina nirxê mêvanxaneyan di Newrozê de Rustî dibêje, “Em ê çavdêrî bikin, em nahêlin karên ne yasayî werin kirin. Bi taybetî nirxê kolikan wê di navbera 10 ta 30 hezar dînaran de be. Wê nirxê wan jî li restorant û cihên geştiyarî were hilawistin. Divê hemû nirx eşkere bin, ji bo kes ti zextan li ser geştiyaran nekin.”

Par 3 milyon geştiyar çûn Başûrê Kurdistanê

Rustî, têkildarî jimara geştiyarên par çûn Herêma Kurdistanê de jî hin agahdarî dan û got; “Di sala bihurî de 222 hezar geştiyar di Newrozê de hatin Herêma Kurdistanê. Di tevahiya sala 2018’an de jî zêdetirî 3 milyon geştiyar hatin Herêma Kurdistanê. Lê em kar dikin ku îsal vê jimara geştiyaran zêdebikin û bigihînin 3 milyon û nîvan.”

Rustî di dawiya axaftina xwe de jî eşkere kir ku ew ê pêşangeheke navneteweyî ji bo şirketên geştiyariyê yên welatên Ereb, Ewrûpî û navneteweyî amade bikin. Ev şirket wê ji bo geştiyaran bernameya geştê amade bikin. Ev yek jî wê di roja dawî ya şahiya Newrozê de were kirin.

 

ROJNEWS / HEWLÊR