Bi sedan kesên ku bi pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ji bo nimêja Înê li navenda Peyasa Amedê hatin gel hev,li hemberî Dîyanetê ku propagandaya AKP’ê dike li derve Nimêja Înê kirin. Welatiyên ku tevlî Nimêja Înê bûn, secade û beteniyên bi xwe re anîn li erdê raxistin û guh dan xutbeyê. Beriya nimêjê Melayê DÎAY-DER’ê Naîf Erdem xutbe bi Kurdî xwend.

Piştî xutbeyê bi sedan kes dest bi nimêjê kirin. Li aliyê din heta nimêj bi dawî bû polîsan derdora kesên nimêj dikirin dorpêç kirin û wêneyên wan kişandin. 


AMED