Çalakiya nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin di hefteya 255. de ye. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Heîlbronnê ne.  Raya Hasan, Arîf Çinar, Bekîr Hebdulxalik û Hîwa Hecî yên ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hatin, nobeda vê hefteyê digirin. Arîf Çinar li ser navê komê axivî û bal kişand ser girîngiya çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Çinar destnîşan kir, ku ev çalakî ji bo dilsoziya bi Oclaan û şehîdan re pêk tê. Arîf Çinar bang li saziyên pêwendîdar ên Ewropayê û gelan kir, bi taybetî ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê xwest, ku bi erka xwe rabe. Berdevkê komê xwest, derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin û li ser mijarê agahî ji gelê Kurd re bê dayîn. Çinar destnîşan kir, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê were rakirin. 


 STRASBOURG