Olimpiyatên sala 2012 li paytexta Îngilistanê Londonê pêk tên. Ji çar aliyên cîhanê 204 welat beşdarî olîmpiyatê dibin. Di nava karwanê spore yê Îranê de 6 Kurd hene. Di karwanê sporê yê Îranê de 6 kesayetên Kurd jî hene. Ji wan 3 kes sporvan in, 2 perwerdekar û yek jî hakim e.
Ji vana Kiyanûş Rustemî di kîloya 85 de halter radike, Îhsan Rozbeyanî , di warê boksê de dikeve pêşbaziyê, Elî Mezahirî boksor. Ji van sporvanan Kiyanûş Rustemî yê ji Kirmanşanê û 21 salî ye di 2011’an de li Parîsê bû şampiyonê cîhanê.
Rustemî beriya pêşbaziya xwe da diyarkirin ku ew soz dide gelê Îranê û bi taybet jî gelê Kurd wê madalyayê bigire. Herweha Rustemî anî ziman ku ew ê ne bi tenê madalyayê bigire, herweha wê hewl bide rekorê jî bişkîne.
Roja îro ango sisê mehê Rustemî derdikeve ser dika halterê. 

LONDON