
Cenga Mezin a gav bi gav Reqayê ji DAIŞ’ê paqij dike bi hemû hêza xwe didome. Di şerên li taxên bajêr diqewimin de şervanên QSD’ê bi cangorî bi hewara şêniyên Reqayê ve diçin. 4 şervanên ku pismamên hev in roja 10’ê Hezîranê di heman sengerê de şêhîd ketin.
Şêniyên bajarê Minbicê xwedî li her 4 cangoriyên xwe derketin û li pêşiya nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê li hev civiyan. Piştî ku girseya gel cenazeyê 4 cangoriyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hadî Hac Mihemed, Hesen Îbrahîm, Ednan Hac Mihemed û Fehed Hac Mihemed ji nexweşxaneyê wergirtin, berê xwe da goristana Cangoriyên Minbicê.
Serkêşê terorê Erdogan e
Li goristanê, hêzên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê Îbrahîm Xilêf li vir axivî û di destpêka gotinên xwe de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan weke dijminê yekîtiya gelan bi nav kir û got, “Teror bi destê Erdogan derbasî Sûriye û herêmê bûye.”
Xilêf ji bo her 4 cangoriyan jî got, “Ew her 4 şehîd pismamên hev in û ji bo parastina xak û rûmeta xwe canê xwe feda kirine.”
Her ku QSD bi ser dikeve ew har dibin
Hevseroka Desteya Parastinê ya bajarê Minbicê Nofe Silêman jî got, “Em ji hemû dayikên ku zarokên wan ji bo xak û rûmeta xwe şehîd bûne sersaxiyê dixwazin.”
Derbare êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê de jî Nofe Silêman wiha peyivî: “Her ku şervanên QSD’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi ser dikevin, dewleta Tirk har dibe û êrîşî gundewarên Minbicê dike. Ev êrîşên dewleta Tirk têk çûn û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi lehengî li hemberî vê êrîşê li ber xwe dan.”
Piştî axaftinan, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Omer nasnameya her 4 şehîdan xwend, belgeya şehadetê radestî malbatên wan kir û piştre jî girseya gel cenazeya şervanan spart axê.
ANF/MINBIC