Xebatkarên Şaredariya Peyasê ji bo şaredarên wan ê girtî Zulkuf Karatekîn û siyasetmedarên kurd serbest bên berdan 114’emîn çalakiya Pêncşema Reş lidarxistin. Di çalakiyan de helwesta dadgehan a li hemberî parastina kurdî hat şermezarkirin. Serokê Sendîkaya Genel-Îşa Amedê M. Salîh Dogrul daxuyanî da û got; „Di dadgehan de hevalên me xwestin parastina bi kurdî bikin lê ji bo kurdî bê astengkirin darizandin nayê kirin. Em bêtehemmuliya li hemberî parastina kurdî şermezar dikin.“

Li navçeya Pirsûsa Rihayê jî bi heman armancê. bi tevlîbûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl û xebatkarên şaredariyê çalakî pêk hat. Nûnerê Genel-Îş a Pirsûsê Bekîr Koştî axivî û got; „Wezîrê Karên Hundir Şahîn dîsa helwesta xwe ya nijadperest û faşîst nîşan da û bi ol û çanda gelekî heqaret kiriye.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî di hefteya xwe ya 114’yan çalakî berdewam kir. Xebatkarên şaredariyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê BES’ê yê Mêrdînê Şeyhmus Akbaba daxuyanî da û li hemberî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir ên li meclîsê kiribûn nerazîbûn nîşan da. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.
Li Êlihê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta „Vîna me hîn girtî ye“ hate hilgirtin. Serokê Şaxa Genel Îş‘ê yê Êlihê Murat Akin di daxuyaniyê de axivî û wiha got: „Bi ser 12’yê Îlonê 32 sal derbasbûn lê ji bo kurdan tu tişt nehat guhertin. Di wê demê de zilm, zext, girtin û kuştin hebûn îro jî heman tişt berdewam dikin. Bi salane behsa guherîna zagon û makezagona nû tê kirin lê tu tişt pêk nayê.“ Akin, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên di 15’ê Sibatê dest pê kirin û xwest ku daxwazên girtiyan ji aliyê Wezarat Dadê û meclîsê ve bên dîtin. 
Li navçeya Riha Wêranşarê jî li ber avahiya şaredariyê çalakiya „Pençşema Reş„ pêk hat. Tevî rêveberên BDP´ê nûnerên sendîkayan jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî dii çalakiyê de pankrata „Dest neda vîna min“ û posterên Şaredara Girtî ya Dêrikê Çaglar Demîrel hatin vekirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrîkê Haci Gokalp, daxuyanî xwend, girtin û binçavkir şermezar kir û diyar kir ku doh jî li navçeyê 15 kesên ku di nav de BDP’î û endamên KCD’ê û şaredariyê hatin binçavkirin. Gokalp, bang li her kesî kir ku ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yê li girtîgehan hestiyar bin.

 NAVENDA NÛÇEYAN