Sala perwerdeya li Bakurê Kurdistanê di van rojan de bi zimanê dagirkeran dest pê dike. Wê bişaftin ne tenê di warê ziman de bidome, ew ê hewl bidin bîr û hestên xwe yên nijadperestî û paşverû jî di wan mêjiyan de ku nû hînê jiyanê dibin, bi cih bikin. Dibistanên Kurdî yên hebûn jî girtin. Li bajaran bi rêya qeyûm û hêzên wan ên ewlekariyê rêbayeke dijminane jî hatiye raşandin. Di vê rewşê de barê giran dikeve ser milên dê û bavan, înîsiyatîfên welatparêz û nava malê. Ji wê, mirov dikane di vî warî de çend gotinan bibêje. Di jiyana zarokan de ji tiştên herî girîng û di kesayetiya wan de bi roleke bingehîn radibe, kesayetiya wan a etnîkî, ziman û bîra dayîkê ye. Divê zarok xwe binasin, lê bikanin ji cudahiyan re jî rêzê bigirin.
Çend têbiniyên perwerdê:
Gelek caran zarok ji min re dibêjin; “Mamoste tu ne Kurd î!” Dema ez dipirsim; “çima?” Ew wisa dibersivînin: “´Na´ya te jî wek ´na´ya Elmanan e. ´Na´ ya dê û bavê me ne wekî ya te ye. Dema em hinekî bigîrîn û xwe biavêjin erdê, ew ji me re dibêjin “temam temam! Lê tu wekî Elmanan tenê bi ´na´ dizanî! Na na na!” Pirsgirek ne tenê ev e, li gel wê, hin zarok jî hatine tirsandin, newêrin ´na´ bibêjin. Dema mirov hinekî hêrs be, yan jî biqîre ser, hima ´na´ ya xwe li cih dihêlin û dikevin rewşeke tirsînê. Herdu awayê perwerdeyê jî ne rast in. Divê zarok cihê ´na´ û ´erê´ bizanin. Ev awaê perwerde divê hê di hefteya yekem a zarokan de dest pê bike.
Perwerdeya zarokên xwerû jî di vê dema me de gelek dijwar e. Berê zarokan li derve bi hev re dilîstin û bi awayekî xwezayî ji hev fêrê jiyanê dibûn. Divê dema mirovan ´na´ got, sebeba ´na´ya xwe bi zarokan bide fêmkirin û li ser ´na´ya xwe bisekine, teslîm nebe, da zarok bizanin ´na´ya dê û bavê na ye. Li gel we cihê ´na´ gotinê jî bi wan bidin fêrkirin. Yanê divê zarok jî bikanin di hin rewşan de ´na´ bibêjin. Ev jî ji bo bipêşketina kesayetiyê gelek girîng e.
Tu carî zarokan netirsînin, bi gotinên wiha: “Kero/ê hele tu carê werî mal tu yê lawê bavan bibînî!” gefan li zarokan nexwin. Ango perwerdeya bi tirsê û kotekê ne perwerde, wehşet e. Zarokên ji tirsa dê û bavên xwe newêribin hin tiştan bikin, dema firsend ket dest jî tiştên herî xirab dikin, yan jî di dibistanê de hewl didin ku heman tiştî bînin serê zarokên ji xwe melûltir. Li aliyê din ev perwerdeya tirsê dikane di tevahiya jiyana zarokan de xwerû li ser kesayetiya wan roleke nerênî bilîze. Tirs û kotek ne alavên perwerdeyê ne.
Tişta herî xirab jî soz dayîn û soza xwe pêkneanîne. Gelek caran dema mêvan tên, dê û bav ji bo zarokên xwe bidin rawestandin, yan jî bêdeng bikin, hin sozan didin. Zarok wan sozan ji bîr nakin û roja din derdikeve pêşberê dê û bavê xwe û dibêjin; “Dayê/bavo te do soz da min/me, de bide min/ji min re bikire!” Heke ew de û bav wê pêkneînin, mînak bibêje; “Here lo, perê min tune! Ji bo tu rehet bisekinî min wisa got û û!” Ew bi vê helwêsta xwe ya nerênî rasterast zarokên xwe hînê sextekarî û xapandinê dike.
Divê mirov wisa tevbigere, zarok bikane tiştan fêm bike, çima ´na´ û çima ´erê´ tê gotin, li gorî fêmkirinê wateyê bide tiştan. Ango şiyana têgîhîştina tiştan, pêkhatinan, rûdanan bi wan bi zelalî bide fêrkirin. Dema zarok di rastiyê bigihîje li gorî wê tevdigere. Mînak, divê bikane xirabî û başiyê, derew û rastiyê, dostî û dijberiyê ji hev derxe.
Di zimanê me de hin ´pêlîstok´, hin tenê ´lîstok´, hin jî peyva ´lîstikan´ ji bo alavên zarok pê dilizin bi kar tînin. Em îro peyva lîstikan bi kar bînin. Dîvê mirov her lîstikanê nekire. Mirov wan lîstikanên perwerdê, mînak memorî, domîno, lîstikanên li ser tîpan û tiştan ji zarokan re bikire ku bikanin şiyana zarokan ya fêrbûn, têgihîştin û darizandinê bi pêş bixin. Dîvê mirov li gorî şiyana perwerdê û li gorî salan lîstikanan bikire.
Di vê dema dîjîtal de perwerde hê dijwartir e. Di piyasa dîjîtal de gelek lîstik, bername film û kesên niyet xirab hene. Divê mirov bikane zarokên xwe ji wan biparêze. Vê jî ne li ser bingehê qedexeyan, li ser bingehê serwextkirin, mijaran bi zarokan re gengeşekirinê tê bide gihîştin, demên ketina nava medya dîjîtal di bin kontrolê de bigire.