Dr. Kawa MORAD  Serpêhatiya Evdalê Zeynikê struktur û avahiyên civakî yên Kurdan derdixe holê bi dilşahiyeke nostaljîk, bi rêze-peywendiyeke bê arîşe û kêşe ku tê de desthilat û xelkê ji ‘amê di nava ahengeke bêqisûr de ne; û ev ahenga bêqisûr jî bi tênê dikare bê xirakirin bi destwerdana biyaniyan ji derve û li vir ev hêza xerîb jî Paşayên Osmanî ne.

“Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” yek ji berhemên fîksiyonê yên destbêkê yên Mehmet Uzun e. Di vê romanê de bi rêya dengê Mehmet Fermanê Kîkî, ew serpêhatiya Evdalê Zeynikê vedibêje; zehmetiyên wî, bextreşiya wî ya xwe bi ser wî de berdide hem weke şexsekî û hem jî weke dengbêjekî. Roman dikare weke şîroveyeke ne bi xetên stûr, a narîn a li ser dîrok û tecrûbeya Kurdan bê xwendin ku bi serpêhatiya Evdalê Zeynikê û îfadekirin û bi gewdekirina tecrûbeya Kurdan bi kilamên wî sembolîk tê temsîlkirin.

Roman li gelek beşan hatiye dabeşkirin, her yek ji wan bi karekterekî dadikeve yan jî bi bûyerekê dadikeve ku peywendiya wê heye bi wê serpêhatiya Evdalê Zeynikê re ku di bîra gelêrî û çandî de tê mihafezekirin. Hiseke lihevnekirinê carinan illeh xwe dide der ji bo xwînerî; pirr diyar nîne ka pêwendiya hin ji meseleyan çi ye bi mijara giştî ya romanê û mijara sereke ya vegotina romanê re. Lê belê belkî jî ev yek bi awayekî aqilane hatibe rewakirin di destpêka romanê de; Fermanê Kîkî, bêjerê ku erka vegotina serpêhatiya Evdalê Zeynikê lê hatiye barkirin, di destpêka romanê de dibêje, nivîs ne ji wan karan e ku ew di wan de hoste be. Li aliyê din belkî jî ew hisa jihevqutbûnê, dewamnekirinê ya di tevahiya romanê de karibe weke agahdarkirina li ser armanca dawî ya berhemê bê şîrovekirin: hewldaneke yekkirin û lihevanîna xweza û mirovî, rastî û xeyalê, gotina nivîskî û ya devkî, Kurd û yên din ên wan, rabihurî û niha bi rêya mekanekî dema wê jêbirî, yan jî mekanekî bêdem.

Çima Evdalê Zeynikê?

Aliyekî ku ez hez dikim berê awirê xwe bidimê, tercîha Uzun a weke karakterê sereke yê romana xwe bijartina Evdalê Zeynikê ye. Ji bo çi Evdalê hatiye tercîhkirin ji bo ragihandin û belavkirina van peyaman? Sedema herî darîçav ew diyar e ku Evdalê Zeynikê dengbêjekî navdar e, ne tenê di serdema xwe de lê di saxiya Mehmet Uzun de jî. Wisa hizir tê kirin ku Evdal di navbera salên 1800´î û 1910´an de jiyabe; Evdal di gelek meseleyan, serpêhatî û kilaman de tê bibîranîn, di bîra civakî de cihê xwe girtiye; vê jî ji bo wî cihekî mîstîk di nava bîra dîrokî ya Kurdan de misoger kir, nexasim jî di nava dengbêjan de. Bibîranîna Evdal bi rêya wan kilaman diçe serî ku li ser ji destdana fer û roniya çavên wî, evîna wî, û mijarên din hatine çêkirin. Hin ji kilamên evdalê Zeynikê, ewên ku wî bi xwe nihurandine, wî gotine, roja me ya îro jî hîna bi destê dengbêjan tên gotin.

Ji bo armanceke eşkere vegotineke xav

Beşa yekem bi awayekî besît yan jî xav ê vegotinê îşaret bi wê yekê dike ku çîroka Evdalê Zeynikê tê gotin da ku bersiva pêdiviyekê bê dayîn: bêhtir mirov divê Evdal nas bikin, û bi rêya wî dewlemendiya çanda Kurdî û wêjeya wê. Bêjer ango Fermanê Kîkî, ji ber vê yekê dibêje, ew serpêhatiya Evdalê Zeynikê dinivîse ji ber ku birayên Bedirxan vê yekê ji wî bi israr dixwazin. Ji ber vê sedemê ji bilî çend detayan, hêmanên sereke yên serpêhatiya Evdalê Zeynikê dilsozê reng û awayê bibîranîna wî ya di bîra çandî de ye. Ew wan bûyerên diyarker ên di texeyula gelêrî de mihafeze dike ku peywendiya wan bi Evdal re tê danîn.

Helbet, mirov pirr zêde qîmet bide navdarbûna Evdalê Zeynikê weke sedema hilbijartina wî weke fîgurê sereke yê vegotina vê romanê ji aliyê Mehmet Uzun ve, wê bike ku em ji aliyên din ên bi heman awayî bi qîmet yan jî ji vî aliyî ji bi qîmettir yê vê berhemê bi dûr bikevin. Li vir tecrûbe û dengê Evdalî bi xwe metonum in ji bo deng û tecrûbeya Kurdan bi xwe. Ango navê Evdal tê hildan, lê îşaret bi kolektîfa koma Kurdan tê kirin. Bi rêya Evdalê Zeynikê ye ku îdîa tên kirin ji bo ku rabihurî bê cîbicîkirin û şîroveyeke jîrekane ji bo roja me ya îro tê kirin. Dengbejî weke rêûresmekê ye ku di heman demê de dîrokî ye jî, lewma jî mentiqê wê heye ku karakterê Evdalê Zeynikê, weke dengbêjekî navdar û kilamên wî weke şahid bên bikaranîn.

Evdal û xweza li mekanekî bihuştî yê bênav

Ya duyem ku Mehmet Uzun bi rêya fîgurê sereke Evdalê Zeynikê dike ew e ku wî kariye îşaret bi xweza û erdnigariyê bike. Vegotina serpêhatiyê li mekan û peywendeke zozanî de hatiye danîn, li erdnîgariyeke gundewarî ya bihuştî ya ku lê deng û xweza (nexasim jî bi awayekî şênbertir hawîrdora akûstîk yan jî soundscape) yekdeng in; her yek ji wan hem dike yê din teşe bigire û hem jî yê din çêdike; ango her yek ji wan niçik yan jî dewama yê din e. Referans û îşaretpêkirinên yekser ji bo erdê bi xwe nînin. Lê belê dîsa jî babetek heye ku bi temamî di tevahiya berhemê de xwe dide der, nexasim dema ku îşaret bi estetîka Evdalê Zeynikê tê kirin. Ji serî heta binî di berhemê de babeteke xurt û bi belaxet îfadekirî şax berdane. Ew jî ew e ku dengê Evdal û xweza her yek in, yek ya din temam dike, niçikên hev in. Têkiliya ku Mehmet Uzun ava dike di navbera dengê Evdal û xwezayê de têra xwe baş hatiye vegotin û peywendiya Evdalê Zeynikê û xwezayê jî bi hawîrdora akûstîk re weke pirralî di vegotina romanê de hatiye avakirin. Heta carekê, stîl û estetîka Evdalê Zeynikê di nava hawîrdora akustîk a xwezayê bi xwe de hatiye verotin: “Sîpanê Xelatê bûbû gewriya wî, deşt bûbû devê wî, lehî bûbû dengê wî. Ew bêhed û bêhudûd, mezinbûbû.”

Evdal, dengê wî û hawîrdora akustîk a xwezayê

Weke encam, dengê Evdalê Zeynikê ne xerîbek e ji bo xwezayê, belê beşek ji wê ye; tim û daim di rewşeke ahengê de ye; ahengeke welê ku hêmanên acizker bi tevahî ango bi awayekî mutleq tê de nînin, ya heyî ferzkirinek e: “Gava dengê Evdalê Zeynikê li dengê av û bayê zêda bû, dengê Evdal bêdengiya dinê û hewirdorê xira nekir.” Dengê Evdalê Zeynikê hawîrdora akustîk a xwezayê xirab nake, ew xwe li wê zêde dike, yan jî lê zêde dibe, û bi awayekî bêqisûr diherike nava wê û ji nava wê diherike derve. Dema ku Evdal kilaman dibêje, ya ku esas ew dike, ragihandina xwezayê ye. Hebûna wî û hebûna dengê wî ne serbixwe ne, lê belê ew niçik û dewama erdnîgarî û hawîrdorên akustîk ên li dewrûbera xwe ye: “Bi dengê wî çiya dihejî, birûsk digurî, ava golên girtî û genî diherikî û pelên darên behîf û hinaran hêşîn dibû.” Tevî ku bînaya çavê wî nîne, fera wan vemiriye, û yan jî belkî ji ber vê yekê bicihbûna Evdalê Zeynikê di nava xwezayê de xwe ferz kiriye di vegotina romanê de.

Ji ber vê yekê mirov dikare îdîa bike ku bi dengê Evdalê Zeynikê û bi peywendiyên wî yên pirralî bi xwezayê re dozek tê kirin ji erdnîgarî û bêdembûna wê. Evdalê Zeynikê û karakterên din di romanê de pahn û besît in, ew bi demê re bi pêş nakevin yan jî venaguherin karakterên girift û tevlîhev. Ev yek jî bi peywenda demê ya romanê re li hev dike ku tê de dem jî pahn û besît e. Ji bilî peyvên giştî yên ku kalbûnê îfade vedibêjin, ti hisa bihurîn û bipêşketina demê nîne. Li aliyekî karakter bi demê re zanetir, sofîstîketir nabin. Li aliyê din nebûna hiseke xurt a demê dike ku mekan bêdem bibe û daimî hebûna xwe mihafeze bike, ango her hebe. Li vê hisa pahnbûnê ew rastî zêde bûye ku dawî bi rengekî ji rengan di destpêka romanê de hatiye eşkere kirin, ji dest hatiye dayîn; mirov dikare pêş bibîne ka di vê beşê de wê çi biqewime.

Demeke pahn û naherike

Herî dawî, ji ber ku dengbêjî beriya her tiştî rêûresmeke dîrokî ye, rêûresmeke wisa ye ku bûyerên rabihuriyê vedibêje bi rêya gelek cureyên cihê, bikaranîna vê rêûresmê bi vî awayî bi kêra wê yekê tê ku ew rabihurî bê vegerandin ku roja me ya îro bi pirranî nemaye, ji dest hatiye dayîn yan jî winda bûye. Serpêhatiya Evdalê Zeynikê struktur û avahiyên civakî yên Kurdan derdixe holê bi dilşahiyeke nostaljîk, bi rêze-peywendiyeke bê arîşe û kêşe ku tê de desthlat û xelkê ji ‘amê di nava ahengeke bêqisûr de ne; û ev ahenga bêqisûr jî bi tênê dikare bê xirakirin bi destwerdana biyaniyan ji derve û li vir ev hêza xerîb jî Paşayên Osmanî ne. Sedem li vir dibe ku ew be ku Mehmet Uzun pêdivî bi wê yekê his kiribe ku bêhtir helbest û lîrîkê dabîn bike. Pirraniya caran, Uzun bi tenê çend rêzan ji kilamên Evdalî di vegotina xwe de bi cih dike.

Ew bi girîngî îşaretpêkirina bi “dengî” di romanê de mirov dikare rave bike, dema ku berê xwe bide peywenda siyasî ya salên 1990’î ya elaqedarî Kurdan. Hingê, wan salan dewleta Tirk hîna nû dest pê kiribû ku qedexeyên qanûnî yên li ber peyivîna Kurdî rake. Esas, roman îşaret bi vê rastiya tahl dike. Lê bi awayekî bêhtir şênber, dengekî weha yê Kurdan ê siyasî li Tirkiyeyê nebû, û her awayê beşadariyeke manedar a li jiyana siyasî ya Tirkiyeyê ji bo Kurdan tine bû. Ev serdem li Tirkiyeyê di heman demê de şahidiyê li destpêka peydebûna elaqeyeke ji bo bîr û dîrokê li cem komên cihê yên etnîk dike. Û nêzîkî li rabihuriyê dihatkirin bi beşdariye li deng û vegotinên cihê da ku bûyerên rabihuriyê bên ronîkirin; û ev deng û vegotin cihê bûn ji yên dewleta Tirk.

Ne roman bi xwe lê peywenda tê de hatî nivîsîn serketinek bû

Bi giştî, weke serencamekê em dikarin bibêjin ku Mehmet Uzun bi awayekî serketî Evdalê Zeynikê li jiyanê vedigerîne bi vê berhema xwe ya wêjeyî, yan jî bi vê romana xwe. Karakterê Evdal bêhtir bi awayekî baş hatiye bikaranîn da ku wan mijar, babet û peyamên li jor behsa wan hat kirin, ragihîne. Niha mirov dikare îdîa bike ku Mehmet Uzun dikarî vê yekê û armanca xwe ya ji berhemê bi bikaranîna dengbêjekî din jî bi ser xista. Tişta ku Evdalê Zeynikê ji wan ên din vediqetîne hebûna wî ya mîtîk e, zindîbûnû rengîniya çîrokên wî, serpêhatiya wî ye û nexasim jî vegotina xurt a exlaqî ye ku di nava hemûyan re dibihure. Bi herhalî, bi ya min, serketina Mehmet Uzun di nivîsandina vê romanê de ji berhemê zêdetir di wê peywendê de ye ku wî berhema xwe tê de nivîsî. Dema ku mirov li ber çavan bigire ku rêûresmeke xurt a nivîsandina xeyalî (fîksiyon) di Kurmanciyê de, hingê mirov dikare bi hêsanî bibêje ku berhema Uzun, ev karê wî gaveke wêrek bûye. Vê yekê bi serê xwe nivîsandina fîksiyonê bi Kurdî teşwîq kir û bû alîkar ku rêya veguherandina ber bi zimanekî edebî ve vebe li ber Kurmanciyê yê ku dikare cureyê romanê bihewîne û adapte bike.