Tirkiye ya ku li ser hişmendiya qirkirina Kurd û gelên din ava bûye, bi vê êrişê, hewl dide ku sîstema pirretnîkî, pirrçandî, pirrolî û yeksan ya Rêvebiriya Xweser ya Bakurê Sûriyê ji holê rake. Xetera ku ji bo xwe behsa wê dike jî ev e: Rêveberiyeke demokratîk ya xwedî destûrekeke bingehîn ya ku mafên pêkhateyan hemûyan diparêze.

Sîdar YÎGÎT

Sînor li ser nexşeyê ew xet in yên ku dinyayê di navbera welatan de dabeş dikin. Ew xetên ku xak, dewlet, gel, ziman, çand û civakan ji hev cuda dikin. Ew hemû jî mafê xwe yê hebûnê di nava wan sînoran de rewa dikin. Bi gotineke din, sînorên li dora wan, hebûn û berdewamiya wan misoger dikin. Hebûna van sînoran jî bi qanûnên dewletî û navdewletî têne parastin. Ev qanûn jî mîna sînoran, ji aliyê dewletan ve hatine danîn. Bi teşbîheke pedagojîk yek dikare bibêje ku li xaniyan çawa tapûya kesan heye, li welatan jî tapûya dewletan heye.

Ji berê be têkiliya Kurdan bi sînoran re aloz e. Ji ber ku sînorên di nav erdên Kurdistanê de bêyî xwestek û îradeya Kurdan hatine kişandin. Bêyî ku mafê jiyanê ji Kurdan re bê nasîn, ev sînor li ser hesabê hebûna Kurdan hatine kişandin. Weke mînak dagirkeran bêyî ku ji kalên me bipirsin, erdên wan desteser kirine û di wir de sînorên xwe bi têl û mayînan kişandine. Mînakên wiha heta bi belge û wesîqe hene. Bi vî awayî ev sînor korsan hatine çêkirin.

Sînor weke amûrekî dijminatiya Kurdan

   

Ji ber ku sînor ne yên Kurdan bi xwe ne, desthilatdariya wan jî ne di destê Kurdan de ye. Ji bo dewletên dagirker sînor serwerî, ji bo Kurdan sînor bextreşiyê îfade dikin. Ji ber vê Kurd dixwazin heta mimkun e, sînoran bêwate bikin. Dagîrker jî dixwazin van sînoran hîn qewîntir bikin. Têlên rêsayî, erda mayînkirî û ewqas qereqol bes nabîne, dîwaran jî lê dike. Bi vê jî qaîl nabe. Bi dagîrkirina herêmeke berfireh li aliyê din yê sînor re, dixwaze desthilatdariya xwe ya li ser erda Kurdan yekcar xurt bike. Weke li Efrînê û niha li Serêkaniyê em dibînin, Tirkiye li devera ku dagîrkeriya xwe bi ser dixe pêşî êrişî ziman û sembolên mêjûyî yên Kurdan dike, çawa ku li şaredariyên xespkirî yên li bakurê Kurdistanê jî dike. Ev ne dijminatiya Kurdan be, çi ye?

Kurd di welatê xwe de, di navbera weke mînak Kobanî û Sirûcê, Qamişlo û Nisêbînê, Silopî û Zaxo, Gever û Mêrgewerê, Merîwan û Pêncwênê de, nikarin bi serbestî herin û bên. Lê weke mînak dewleta Tirkiye bi ”operasyonên piştsînorî” li başûrê Kurdistanê, di şerê li dijî Kurdan de bi salan e ku li gorî hiqûqa navneteweyî sînoran binpê dike û xelkê sîvîl bombe dike. Vê binpêkirina sînorî ji ber ku li ser axa Kurdan dike jê re serifiye. Yan na Tirkiye nikarîbû bi salan herêma gelekî din bombebaran bike. Li qada navneteweyî ew dê rastî helwêstan bihataya. Lê heta niha dinyayê ji vê yekê re çavê xwe girtiye, nabîne, naxwaze bibîne. Heta niha ne li hesab û berjewendiyên wan e ku li hemberî Tirkiyê xwedî helwêsteke ciddî bin tevî ku vê carê piştgiriyeke rasterast nadinê jî.

Berxwedan zorê dide sînoran

   

Weke mînak ne DYE ne jî YE´yê destek nedaye dagîrkirina Rojava. Gelek welatên YE´yê derbasbûna Tirkiye ya nav xaka Bakurê Sûriyê weke dagîrkirin bi nav dikin û şermezar dikin. Ev bi saya berxwedana YPG/YPJ´ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê mimkun bûye. Bi rêya ragihandina çapemeniya navneteweyî, raya giştî ya dinyayê leheng, tevger û gelê ku li Rojava li ber xwe dide, nas kiriye, jê re heyranî, rêz û sempatî çêbûye. Bêgûman xebata dîplomatîk ya nûnerên Rojava û xwedîderketineke neteweyî ya Kurdî jî bi awayekî erênî bandor li raya giştî ya cîhanê kiriye. Li seranserê cîhanê xwepêşandan û kampanyayên piştgiriyê hatine lidarxistin yên ku didin xuyakirin ku Kurd bi tenê nînin. Di dîroka Kurdan de piştgiriyeke evqasî berfireh ya pirralî nehatiye dîtin. Îro gelek analîzkerên cihanê dibînin, dewleta Tirk çawa hewl dide û dixwaze destketiyên gelê Kurd û pêkhateyên din têk bibe.    

Sînor û qirkirin

   

Dewleta Tirkiyê bi balafirên şer, tank û top û çekên kîmyewî tê, êrişî xelkê sîvîl û nûnertiya wî dike. Di serî de Kurd, Asûr û Ermen, bi sedhezaran mirov ji malên wan derdixe û neçarî koçê dike. Li şûna wan hejmarek zêde Ereb tîne bi cîh dike. Bi vî awayî guhertina demografîk û qirkirinê dike. Guhertina demografîk ne tenê li nava Rojava bi xwe, herwiha di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de jî dike. Armanc ew e ku ”kembereke Erebî” di navbera Serxet û Binxetê de jî çêke. Bi guhertina demografîk dixwaze ku herwiha Kurdên herdû aliyên xetê jî yekcar ji hev biqetîne. Bi hesabê sed salên li pêş, van tiştan dike.

Tirkiye ya ku li ser hişmendiya qirkirina Kurd û gelên din ava bûye, bi vê êrişê, hewl dide ku sîstema pirretnîkî, pirrçandî, pirrolî û yeksan ya Rêvebiriya Xweser ya Bakurê Sûriyê ji holê rake. Xetera ku ji bo xwe behsa wê dike jî ev e: Rêveberiyeke demokratîk ya xwedî destûrekeke bingehîn ya ku mafên pêkhateyan hemûyan diparêze. Sîstemeke ku pêkvejiyana gelan esas digire. Tirkiye ya ku li ser TEKperestiyê ava bûye, vê pirrengiyê ji xwe re weke xeter dibîne. Ji ber ku Kurd li serê xetê ango li bakurê Kurdistanê jî doza mafên xwe dikin. Ji bo ku hebûna Kurdan qels bike, tine bihesibîne û heta tine jî bike, rejîma Tirkiye tawanên li dijî mirovahiyê jî di nav de rêbazan hemûyan, çekên kîmyewî jî di nav de alavan hemûyan bi kar tîne.

Baş e, divê em çi bikin da ku em karibin dil û mejiyê xwe ji nava têlên rêsayî derînin? Divê em çi bikin da ku em karibin deriyên serbestî û azadiyê vekin û derî li dagirkeriya dojehî bigirin? Divê em çi bikin van mayînan bi sînoran de biteqînin? Divê em çi bikin? Bila ev pirsên me bibin guhar û bazin bi me re bin.