Piştî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, banga Rêberê Gelê Kurd a di Newrozê de û vekişîna gerîllayan mijara qedexekirina PKK’ê ya li Almanya ji nû ve di rojevê de ye. Herî dawî kovara Focus a Heftane di dawiya meha Gulanê de dabû xuyakirin ku yekîneyeke hukûmetê ji bo nirxandin qedexeya PKK’ê di Enqerê re dide û distîne.
Kovarê di nûçeya xwe de destnîşan kiribû ku ji rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Hundir di serokatiya Hans-Gerorg Engelke de li ser mijara qedexekirina PKK’ê çûne Enqereyê hevdîtanan çêbikin. Û di nûçeyê de dihat gotin ku di vê hevdîtinê de di Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Îstixbarata Hundir re Daîreya Sûç a Federal jî hebû.
Lêkolîn ne pêwîste
Hatibû destnîşankirin ku Almanya beriya ku hin guhertinan di mijara qedexekirina PKK’ê de çêbike ji bo nêrîna Tirkiyeyê bigire ku heyeteyek çûbû Enqereyê, Parlamenterê Partiya Çep Ulla Jelpke mijar anîbû rojeva Meclîsê. Jelpke ku têkildarî mijarê pêşniyarpirsek dabû, xwestibû ku hukûmet daxuyaniyên berfireh bide.
Wezareta Karên Hundir a Federal bersiv da pêşniyarpirsê. Di bersiva kurt a 11’ê Hezîranê de wezaretê dabû xuyakirin ku hevdîtineke wiha çênebûye û li ser pirsa “Di vê pêvajoyê de hûn difikirin qedexekirina PKK’ê rakin?” got, “Hukûmeta Federal pêwîst nabîne ji bo qedexekirina PKK’ê lêkolînekê bide destpêkirin”
ANF/BERLÎN