Li başûrê rojhilat ê Komara Kongo ya Demokratîk trenek ji rê derket û ji ber vê herî kêm 50 kes mirin.
Wezîrê Karê Însanî yê Kongoyê Steve Mbîkayî bi rêya twitterê daxuyaniyek weşand û got, “felaketeke din rû da.” Mbîkayî diyar kir, li herêma Mayîbarîdî tren ji rê derket û ji ber vê yekê 50 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Kongo demeke dirêj e timî bi şewbê dikeve rojevê. Ji Tebaxa 2018’an ve ji ber şewba Ebolayê zêdeyî 2 hezar kes mirine. Her wiha sorik û şewba kolera jî li Kongoyê pirsgirêkeke giran e.
BRAZZAVILLE