Doh saetên serê sibê li ser riya sereke ya di navbera her du navçeyên Seyîdsadiq û Şarezûr yên ser bi Silêmaniyê, 2 wesayît li hev qelibîn. Di qezaya ku li hev qelibîna kamyon û wesayita Toyota de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku şifêrê kamyonê yê birîndar bûyî, rakirine Nexweşxaneya Giştî ya Şehîd Reûf Beg a li navçeya Şarezûrê. Her wiha hêzên polîs û ewlehiyê yên çûyîn cihê bûyerê, têkildarî qezayê de dest bi lêkolînê kirin.
HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS / SILÊMANÎ