DÎCLE MUFTUOGLU / MA / AMED


Pirtûkxaneya bi Deng a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ku ji bo çavkaniya zimanê zikmakî yê zarokan hatibû vekirin, ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Xebatkarên yekîneyê ji kar hatin derxistin û qeydên di malpera înternetê de jî hat astengkirin. 

Di sala 2014’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di bin banê Yekîneya Piştevaniya Astengdaran a Daîreya Xizmetên Civakî de Pirtûkxaneya bi Deng hatibû vekirin. Pirtûkxane ji aliyê qeyûmê tayînî şaredariyê kirî ve hat girtin. Ji bo zarokên astengdar ku dikaribin bi zimanê dayika xwe ya zikmakî bigîhîjin çavkaniyan, pirtûkên bi deng ku li malpera şaredariyê hatibû barkirin jî hat astengkirin. 

Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak a niha girtî, Seroka Daîreya Xizmeta Civakî ya wê demê Semra Kiratli, Midura Yekîneya Piştevaniya Astengdaran Kezban Demîr, Navenda Çanda Dîcle û Firat û di rojên bihûrî de helbestvan Mustafa Gazî yê bi navê Seyda navdar, yê beriya demeke kurt rehmetkirî, ev proje dabûn destpêkirin. 



Ji bo zarokan

Berpirsê Pirtûkxaneya bi Deng Mustafa Demîr ê ku qeyûm dawî li karî wî anî, behsa xebatên di dema projeyê de meşandine kir. Demîr got, wan li mînakên li cîhanê kolaye û dest bi projeye kiriue, û wiha peyivî: “Di encama lêkolînê de pirtûkxaneyek bi vî rengî me ava kir. Tenê ne ji bo kesên astengdar ji bo her zaroka pêdiviya wê bi perwerdehiya zimanê dayikê heye me ava kiribû. Me di vê çarçoveyê de dest bi xebatên xwe kir.” 

Demîr destnîşan kir ku wan bi alîkariya pedagogên profesyonel, li çavkaniyan dikola û arşîvên xwe ava dikirin. Demîr got, ji bo ew bi awayekî baş xebata pirtûkxaneya bi deng bi rê ve bibin, hemû xebatkarên şaredariyê yên ku bi karên çand û zimên re elaqedar dibûn, alîkarî didan projeyê. 

Demîr da zanîn ku li Sumerparkê ji bo armanca pirtûkên deng studoyaya qeyda deng ava kirine û li vê derê bi Kurmancî, Dimilkî û Soranî li ser malpera beşa Pirtûkxaneya bi Deng, çîrok bar kirine. 

 

Sansûra li dijî ziman û zarokên wî

Demîr behsa piştî ku dewleta Tirk bi qeyûm şaredarî dagir kir jî kir û got, “Piştî tayînkirina qeyûm, saziyên li qada çandî û civakî xizmet dikirin, hatin girtin. Xebatkar ji kar hatin derxistin û yan jî ew li xizmetên ku elaqeya wan bi çandê re nîne hatin bichikirin. Pirtûkxaneyê jî ji vê qirkirina çandê para xwe girt. Arşîva me ya înternetê ku bi kedeke mezin ji bo zarokên astengdar û ne astengdar li ragihandinê hat girtin.” 

 

Xebata xwe dewam dike 

Demîr dev ji karê xwe berneda, piştî qeyûm hat tayînkirin, ew karê xwe li derveyî şaredariyê dewam dike; li ser mijarê wî got, “Piştî ku ez ji kar derxistim, xebatên muzîka fîlmekî orjînal û muzîkên cuda li studyotê çêkirin. Têkildarî pirtûkxaneyê, qeydên di destên xwe de careke din sererast dikim û bi armanca careke din vê xebatê pêşkêşî zarokan bikim, amadekariyan dikim.”