Xwe li Ramazanê jî negirtin
Serokkomarê Tirk Abdullah Gul jî piştî Erdogan ragihand ku divê em li benda meha Remezanê nemînin. Balafirên şer ên artêşa Tirk di 17’ê tebaxê de bi sedan car Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Herêmên Gare, Metîna, Heftenîn, Zap, Zagros, Xinêre, Xakûrk û Qendîl bi dehan car ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve di meha Remezanê de hatin bombebarankirin. Li gor çavkaniyên HPG’ê tenê 3 gerîlayan di encama van êrişan de jiyana xwe ji dest dan.
7 sivîl hatin qetilkirin
Artêşa Tirk di bombebarankirinê de negot jin, zarok, pîr û kal, her derê bombebaran kirin. Di 21’ê tebaxê de balafirên şer ên artêşa Tirk li devera Kortek a di navbera navçeya Ranya û herêma Qendîlê de wesayîta sivîlan kir hedef û di encamê de 4 jê zarok, jinek du canî û bi giştî 7 kesên sivîl qetil kir. Her çendî komkujî di rayagiştî ya cîhanê de dengek mezin veda, lê rayedarên Tirk ev komkujî înkar kir.
Herî dawî di 28’ê tebaxê de ango di arîfeya cejna Remezanê mertalê zindî û endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ê BDP'î Yildirim Ayhan hate qetilkirin. Her wiha, polîsên AKP’ê dîsa bi bombeyên gazê êrişê merasima ji bo Ayhan hate lidarxistin kir û di encamê de bi dehan kes bi bombeyên gazê birîndar bûn.
Di roja cejnê de êrîş û operasyon
Her çendî Biryargeha Navendî ya HPG’ê ragihand ku ew ê di rojên Cejna Remezanê de tu çalakî li dar nexin, ê êrişên artêşa Tirk di roja yekem a cejnê de jî dom kir. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbar ê topbaranê ev agahî da; “Di 30’ê Tebaxê de di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Adar, Dola Bêtalma û Şehîd Kemal ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa Tirk ve êrîşeke bi hewan û obîsan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.
Desthilatiya AKP’ê ji roja hatî ser desthilatiyê heta niha welêt bi manîpulasyonan bi rê ve dibe, di meha Remezanê de jî tu peyamên aşitiyê neda, berovajiyê wê daxuyaniyên ku tundiyê gurr dikin da, gefa ‘Ew ê bedel bidin’ xwar. Erdogan ji xwe re behsa sebra ji ber ‘rêzdariya’ vê mehê dike, Lê operasyonên leşkerî û polîsî yên vê yekê berovajî nîşan dide. Li gor qeyîdên ANF û DÎHA’yê ji 1-16’ê tebaxê herî kêm 230 Kurd ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Gelek ji vana zarok in. Li gor texmînan jimara girtiyan ji vana zêdetir e.
Bîlançoya mehekê
Di operasyonên siyasî yên 15 rojên dawî de 159 welatiyên ku di navde zarok û rêveberên BDP'ê jî hene hatin binçavkirin û jê 48 kes hatin girtin. Di 16 rojên pêşî de jî 230 kes hatin binçavkirin û 31 kes hatin girtin. Bi giştî di meha Remezanê de 79 kes hatin girtin û 389 Kurd hatin binçavkirin.
Li gor qeyîdên DÎHA’yê bîlançoya 15 rojên dawîn yên meha tebaxê ya girtin û binçavkirina wiha ye:
- 15 Tebax: Li navenda Sêrtê polîsan di serdagirtina malan de 6 kesên di nava wan de revêberê BDP'ê Tahîr Cengîz jî heye binçav kir.
- Li Dêrsîmê 3 kesên di nava wan de endamê Meclîsa Şaredariya Pilûrê yê BDP'î Akin Gedîk jî heyî hatin girtin. Balkêş e ku Gedîk piştî ku di Mihrîcana Çand û Xweza ya Mûnzûrê de hêk avêtibû parlamenterê CHP'ê Kamer Genç hate girtin.
- Li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê 8 zarokên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin. Li Edeneyê jî 20 zarokên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
- 18 Tebax: Li Sêrtê di 17'ê tebaxê de ji 7 kesên ku li navenda Sêrtê di encama serda girtina malan de hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin.
- 18 Tebax: Polisan li navçeya Erzînê ya Hatayê bi ser gelek malan Kurd de girt û di serdegirtina malan de 9 kes binçavkirin û pişt re serbest berdan.
- Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin. Polîsan di encama serdegirtinan de Lutfu Sonmez, Adil Savur û 3 kesên ku navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
- 19 Tebax: Li navçeya Gewera Colemergê polîsan bi ser malan de girt û 14 kes hatin binçavkirin.
- Li navçeya Berwariyê ya Sêrtê polîsên sivîl û tîmên taybet bi gelek malên BDP'iyan de girtin. Di encama serdegirtinan de 11 kes hatin binçavkirin. 11 kesên li navçeya Berwariyê hatin binçavkirin hatin berdan.
- 20 Tebax: Li Misircê jê 3 zarok 5 kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.
- 22 Tebax: Li Mêrsînê welatiyê bi navê Firat ku paşnavê wî nehat zanîn hat girtin
- Serokê Rêxistina BDP'ê ya Weranşerê Ferzende Ata ku vê sibe ji bo îfadeyê gazî dozgeriyê hatibû kirin hat girtin. Hat zanîn ku bi boneya Ata di axaftinek xwe de gotiye gotiye: "Serokwezîr axifî û li ser avahîyên BDP pêkutî zêde bûn."
- 23 Tebax: Li navçeya Gever ya Colemêrgê ji 12 kesên hatibû binçavkirin jê 4 kes hatin girtin.
- Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin, 3 kes jî hatin binçavkirin.
- Li Edeneyê 5 kesên ku hatin binçavkirin ji aliyê dadgeha ku hatin sewqkirin hatin girtin.
- 25 Tebax: Li Mêrsînê 4 kesên hatibûn binçavkirin, bi îddiaya "Propaganda rexistinê kirine" hatin girtin.
- Li navçeya Sîwêregê ya Rihayê 4 welati bi îddiaya " propaganda rêxistinê kirine" hatin binçavkirin.
- Li navçeya Gimgimê ya Mûşê kesên bi navê Faruk Bulak û Devrim Ozgur hatin girtin.
- 26 tebax : Polisan li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de zêdeyî 20 kesan binçavkirin.
- 27 tebax: Li Antalyayê di encama serdegirtina malan de polîsan 5 ciwan binçav kirin.
- 29 tebax: Li Colemêrgê 15 kesên hatibûn binçavkirin sewqî Wanê kirin hatin kirin û derxistin Dozgeriyê. Ji 15 kesan 7 kes hatin girtin.
- 30 tebax: Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 endamên BDP'ê hatin binçavkirin.
- Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya Serekaniyê Şukru Kahraman hate binçavkirin.
AMED