Hemberî ku dewlet bi Ocalan re hevdîtinan dike jî, tecrîd berdewam dike. Di 21'ê Adarê de li Amedê; di 4'ê Nîsanê de li Xalfetî jî hate xuya kirin ku  Ocalan, ne mirovek e; bi serê xwe be jî , giştî ye, girse ye. Ev rastiyek soyolojîk e. Divê desthilatdariya AKPê  vê rastiyê bibîne û gavan biavêje.

Piştî 2 salan, Bihara Gelan, bayê azadiyê li cografya Kurdistanê û li  çar aliyên Tirkiyê bi dijwarî dibizivîne. Bêguman, ev qonax  bi hêsanî ne hatiye bidestxistin. Jul Sezar dibêje, “dema ez li hemberî artêşa dijmin im, ez stratejî û taktîkên şer bikar tînim û artêşa li hemberî xwe têk dibim. Lê di siyaseta li Roma de, ez şaş dibim.”
Piştî 30 salên şerê dijwar, di 21'ê Newroza îsal de, pêvajoyeke nû  dest pê kir.
Di nava 30 salên şerê dijwar de, fermandarên biqasî Hanîbal Barca, biqasî Napolyon, biqasi Selahaddîn-î Eyubî, biqasî Skender, biqasî Jul Sezar, biqasî Jeanne d’Arc û hwd. ji nava Haraketa Azadiya Kurd derketin holê.  Ev fermandarên ku di dîrokê de cih girtine, xwedî stratejiyên eskerî, amur û alavên şer yên modern û artêşên bi sedhezaran bûn. Lê fermandarên gerilayên Kurd, xwedî stratejî û bi sedan gerila bûn. Ne hejmara bi hezaran esker û ne jî teknîka pêşketî ya modern di destên wan de hebû.
Serketina fermandarên gerilayên Kurd, bêguman taktîk û stratejiya wan bû û bi cengaweriyek destanî li hemberî artêşên dagirker kirin pratîkê. Ev nirxekî ji nirxên dîrokî wêdetir didê wan. Bila gumana kesî nebe, şerê Zapê, şerê Oramar û şerê li hemberî artêşa Iranê, hamleya şoreşgerî ya sala 2012'an, biqasî şerên Skender, yê Hanibal û hwd. xwedî nirxên giranbiha ne û wê cihê xwe di dîrokê de bibînin.
Mînaka cengawerên gelê Vietnamê li holê ye. Bila gumana kesî nebe, weke Farabî dibêje; çemê demûdewaranan ku di navbera roj û heyvê de diherike” wê mafê fermandarên gerila bidê wan.    
Pirraniya fermandarên dîrokî yên gerila, di van  şerên stratejîk û taktîkên mezin de jiyana xwe ji dest dane. Fermandarên gerila, mîna fermandarên dîrokî, li pey eskeran ne mane û tenê ferman nedane. Bi hevalên xwe re û di rêza pêş de şerê li dijî hêzên artêşên dagirker yên modern şer kirin. Ji aliyekî ve şer dikirin, ji aliyekî ve taktîk didane hevalên xwe û bi birîndaran ve jî dibeziyan.
Li pey fermandarên dîrokî, dewlet, empertorî, parlamento hebûn, lê li pey fermandarên gerila tenê gelê Kurd hebû.
Bêguman serok,  leheng û pêşengekî van fermandarên dîrokî jî hebû. Abdullah Ocalan. Ocalan, li pey stratejî û taktîkên fermandarên gerila, karekî biqasî yê dewletekê, biqasî yê emperetoriyekê, biqasî hêza parlamentoyekê dikir. Bi vê mebestê sîstemek derxiste holê û paradîgma guhertina tevahiya karakterê netew-dewletan afirand.
Di qonaxa îro de, taktîk û stratejiya fermandarên gerila,  cengaweriya gerila, têkoşîna gelê Kurd, filozofiya Ocalan,  bingeha nijadperestiya Tirkîtiya ku giha qonaxa faşîzmê, hejand. Baş tê zanîn ku nijadperestiya Komara Tirkiyê otorîteya kanunên zincîran e û di dewsa şûr de dihate bikaranîn.  Herçiqasî muxalefeta Komara Tirkiyê, di nijadperestiya  netewparêziyê de biqarêse jî, gel û desthilatdarî û kesên bi neynika demê, li paşerojan dinêrin, vedigerina  heyama Osmaniyên ku, di destpêka sedsala navîn de, li pey “pêşketina mafên hemwelatiyê” digeriyan.
Ev, materyalîzma dîrokê ye.
Di van rojên ku Destura Bingehîn ya Tirkiyê tê nîqaşkirin de, vegera wê demê û destpêka damezrandina Komara Tirkiyê ya salên ‘20an heye. Yanî lêgerînek heye. Îradeya siyasî ya gelê Kurd jî, di vê qonaxê de pêşnûmeyek radestî  Komisyona Desturnamê kirine.  Ev jî, di şexsê gelê Kurd de, sazkar-kirin û sereratskirina diyalektîka gelên li Tirkiyê ye.  
Êdî, em dikarin li ser gotinên Jul Sezar ku çima ji siyaseta Roma ditirsiya, rawestin.
Li Tirkiyê dîrok diguhere. Lê guhertina dîrokê ne hêsa ye û di pêvajoya îro de, engizisyon şiyar e. Her dem dikare çerxa kujerî bizîvirîne.  
Piştî hevdîtinên dewletê bi Birêz Ocalan re, trafîka hêzên global jî zêde bû. Piştî Peyama Mîladî ya Newroza Amedê, Emerîka bi daxuyaniyekê, peyam bi çepikan silav kir. Pêr jî, wezîrê karên derve yê Emerîka John Kerry li Tirkiyê bû û destek da pêvajoyê. Dîsa jî, tecrîda li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Yanî tirs, guman berdewam dike.  Ji ber ku labîrent û xeşîmên pêvajoyên aştiyê bi davik û kemînan dagirtî ne.
Hemberî ku bi pêşniyaza Ocalan, Komisyona “Mirovên Maqul” hate damezrandin jî, divê em jibîr nekin, mirovên weke  Ahmet Taşgetiren di nava komsiyonê de hene. Mirovên mîna wî, hîna şoreşa Kurdî terorîze dikin. Ev tê wateya ku ew kes nikarin bibin bingeha aştiyek mayînde.
Ji aliyê din ve; hêza pêşeng ya komploya navneteweyî, li hemberî siyaseta Ocalan û Haraketa Azadiya Kurd kab berda erdê. Mirov dikare aliyekî vê siyasetê bi konjoktura herêmê ve girêbide. Lê, em şerê yekemîn yê cîhanê bînin bîra xwe; hêza Kurdan ya şer hebû, lê di bazara hêzên navneteweyî û hêzên dagirker de, îradeya Kurd li ber çavan ne hate girtin. Çima, ji ber ku, karakterekî feodalî û îradeyek eşîrî hebû. Lê îro, di seyra dîrokî de pêşketinek kolektîzma demokratîk derketiye holê û  wek îradeyeke siyasî, civakî û eskerî bandora xwe nîşan dide. Îro jî mohra xwe li pêşketinan dide.  Mînaka Rojavayê Kurdistanê û guhertina karakterê tavahiya dewletê.  
Bêguman metirsîniya Jul Sezar jî, bi tevahiya hêza xwe  li pêşiya me ye.
Barê herî giran dikevê ser medya Kurd û intelijansiya Kurd.