Referandûma "Serxwebûna Kurdistanê" 25'ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya Mesûd Barzanî hat lidarxistin. Di serî da partiyên sereke wek Tevgera Gorran û Komela Îslamî pê re nebûn, lê di deqeyên dawî da tevî rexneyên xwe, tevlî bûn. Gelek kesan texmîn dikir ku pirraniya xelkê Başûr tevlî referandûmê bibe û dengê "erê" bide, lê encamek wisa derneket.
Komisyona hilbijartinê ya herêma Kurdistanê ragihand ku asta tevlîbûna gel zêdetir ji % 70'yî bûye û % 92'yê wan dengê "erê" daye.
Lê li gorî agahiyên ji çavkaniyên bawerpêkirî yên di destê saziyên sivîl de, kesên ku mafê wan ê dengdanê hebû, nîv ji wan tevlî referandûmê nebûne û boykot kirine. Bi hezaran kesên ku tevlî bûne jî, dengê "na" dane. Di referandûma sala 2005´an de ji bo heman mijarê pirranîya gel tevlîbû û xelkê Başûr % 98 ji serxwebûnê re gotibû "erê".
Gelo ji 2005'an heta 2017'an di bin sîwana rêveberiya Kurdan de çima nihêrîna gel ewqasî guherî?
Ez jê piştrast im ku gel bê sedem û bi hêsanî nerazîbûneke wisa nîşan nade. Ev nerazîbûn ne ji xweseriya Kurdistanê bû.
Herkes dizane ku gelê Başûr ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê kedeke çiqas mezin daye, çiqas zilm û zordarî dîtiye û li hemberî wê li ber xwe daye, lê îro bi sedema siyaseta ne demokratîk a PDK û YNK'ê helwêsteke bi vî rengî nîşan dide. Ev helwêsta gel li herêma Helebce ya paytexta şehîdan û bajarê Ranye ku paytexta serhildanê ye, gelekî xurttir bû. Divê li ser vê mijarê gelek lêkolîn bête kirin. Gelo sedem çi bû ku nîvê gel ev helwêst nîşan da?
Li gorî nihêrîna min, kesek tineye li Kurdistanê ku nexwaze welatek xweser, azad û demokrat ava bibe, lê gel gihiştiye astekê ku bi lîstikên desthilatê nayê xapandin. Ev gel 26 salan di bin sîwana desthilata PDK û YNK'ê de dijî, ji her kesî baştir wan nas dike. Van salên bihurî, van partiyan gelek rê û rêbaz bi kar anîn ji bo ku dema desthilatdariya xwe dirêj bikin, hemî kartên xwe şewitandin lê tenê yek kart mabû, ew jî lîstika referandûma serxwebûnê bû. Mirov dikare bibêje ev karta dawî jî hate şewitandin. Gel, êdî destûrê nade bazirganî bi dengê wî bête kirin, naxwaze mîna 2003-2005'an nihêrîna gel bi milyonan dolar bête firotin.
Ev helwêsta gel, tê wê wateyê ku valahîyeke mezin di navbera desthilat û civaka Başûr de çêbûye. Êdî gel bi vê rêveberîyê bawer nake û ev rêveberî nûnertiya civakê nake.
"Serokekî ji derveyî qanûn û vîna gel, sîstemeke ji derveyî pîvanên demokratîk, parlemantoyeke di bin gefa çekên desthilatê de, aboriya welat di bin hegemoniya komek bazirganên desthilatdar de... û wekî din" ev rewş di tabloya Başûr de niha bi zelalî xuya dike.
Piştî sala 2005'an ku destûra nû ya Iraqê hate nivîsîn, pirsgirêka Başûrê Kurdistanê ji pirsgirêka neteweyî ber bi pirsgirêka demokratîk ve çû. Gel niha dibêje, rêya xweseriyê ji çareseriya demokratîk derbas dibe.
Li gorî nihêrîna min ev valahiya ku di navbera civak û desthilatê de çêbûye, vê rastiyê piştrast dike ku xeta siyasî ya Başûr a ku nêzî 70 salan li ser vî gelî siyaseta xwe dimeşîne, têk çûye. Divê em vê dîrokê wekî ezmûnekê bibînin. Her çiqas di berîka vê xetê de pirsgirêkên navxweyî hebin jî, û partiyên nû yên reformîst di nav wan de ava bibin, lê ji aliyê zîhnî ve koka wan yek e. Ji ber vê heta ku ev zêhniyet û ev îdeolojî ji holê ranebe, tu alî nikarin rewşê biguherînin.
Ew partiyên nû ku ji partiyên sereke vediqetin, ji ber vê ye ku ne xwedan paradîgmayeke nû ne, di rastiyê de pirsgirêka wan ew e li ser parvekirina desthilat û aborîya welat li hev nakin.
Rewş, paradîgmayeke nû ferz dike. Civaka Başûr xeteke nû ya siyasî dixwaze ku exlaqî, azad û demokrat be. Xetek be ku hemû nihêrîn û baweriyên Kurdistanê li ser bingeheke demokratîk li hev kom bike.
Di 26 salên bihurî de, desthilata Başûr tevî îmkanên xwe, nikarî sîstemeke demokratîk ava bike û xizmeta civakê bike. Niha roj bi roj bi sedema vê siyasetê destketiyên Başûr wenda dibin, gel berê xwe dide derveyî welat, sazî û rêveberiyên hikûmetê bê kar û bê xizmet man e, ma gel wê heta dawî temaşe bike û tiştekî neke?
Ne mumkin e ev gel qebûl bike, civak bê rêveberî û bê sîstemeke demokratîk bimîne, ne mumkin e qebûl bike ev welat di destekî ne emîn de be. Li gor nihêrîna min "dibe ku gel hinekî dereng be, lê şaşiyê nake."