Zarokên ji dayikbûna xwe de astengdar in yek jê keç û yek jî kur e. Keça astengdar a bi navê Sabriye Yeşîl 19 salî ye. Ji ber ku kursiya bi teker a Sabriyeyê şikestiye her roj di nava malê de rûniştî dimîne. Xortê bi navê Adîl Yeşîl jî 18 salî ye. Malbata Yeşîl di konekî 10 metrekareyan de di nav şertên nebaş de dijîn. Ji ber kon biçûk û qelebalix e 2 zarokên astendar baş nayên xwedîkirin. Malbat di aliyê aborî û strabûnê de jî pirsgirêkan dijî rewşê hêj nebaştir dike. Malbata ku konê xwe bi sobeya ceyranê gerim dike daxweza alîkariyê dike.
Bavê zarokên astengdar Bahrem Yeşîl, diyar kir ku ew ji bo zarokên xwe goran û solan jî peyda neke. Yeşîl, anî ziman ku zarokê wî di nava sir û sermayê de dijîn û gareya têxin piyên xwe jî tune. Yeşîl, da zanîn ku ji ber nikarin kon gerim bikin zarokên wî nexweş ketin. Yeşîl, bilêv kir ku heya niha tu kesî pirsa rewşa wan nekiriye û ligel nikarin konê xwe gerim bikin pirsgirêkên erzaqê jî dijin. Yeşîl, derbirî kir ku ji ber kon de dijîn pirsgirêkên avê û destşoyê jî dijîn û wiha got: "Ji bo alîkariyê em çûn cem walitiyê. Lê walîtiyê tu alîkarî ne da me. Ligel vê yekê me alîkarî ji tu kesî negirtin. Ez 3 caran çûm walitiyê tu alîkarî ne da me. Me daxwaza konteyniran kir."

Yeşîl, diyar kir ku daxwazên wan ji bo zarokên wan ên astengdar e û wiha axivî: "Wekî tê xuya kirin em di nav heriyê de dijîn. Me ji bo van zarokên astengdardaxwaz 2 konteyniran kir. Lê ew jî ne dan me. Keyayê me hate vir. Em ji wî re got ku me ji bo kon bigire bi nivîs e. Lê ew jî reviya çû Antalya yê. Heya Heye niha ji bîlî hinek alavên ku kêrî tu karî neyên tu tişt nedane me. Em 15 kes di vî konê biçûk de dibînin. Nexweşiya keça min ew e ku nikare xwe li ser piyan bigire. Zarokê min yên din jî piyê wî şikest û niha di piyê wî de platîn heye." Yeşîl, anî ziman ku ji ber şev gelek sar dibin zarokê û ew nexweş dibin û wiha pê de çû: "Kon şevê ji ber rûtebetê dilopan dike. Dema ku em diçin alîkariyê dixwazin dûjînan li me dikin û tu alikariyê nadin me. Em di van konan de perîşan bûn. Em nizanin em dê çibikin. Duh ji ez çûm walîtiyê dîsa jî alîkarî nedan me"

WAN