Di "Rêya çûnûnehatê" de nijadperestî
Nijadperestî û minaqeşeyên wê di filmên polîsî yên Elman de jî hêdî hêdî dibe mijar. Di rêza nû ya filma polîsî Stralsund de mesele ev e. Navê vê beşafilmê "Rêya çûnûnehatê (Kein Weg zurueck)" ye. Polîsê bi eslê xwe Kurd Karim Uthman (Karim Guneş, 34 salî) di filma pêr di kanala 2´yê ya fermî ya Elman (ZDF) de hat nîşandan. Karim di filmê de her neçar e xwe li ber hevpîşeyên xwe yên ku xeberên nijadperestan dikin, bigire. Di filmê de polîs hewl didin kujerê kasiyereke supermarketekê bibînin.
Xelkê deverê milîsekî çêdikin û dixwazin sûcdar bixwe bigirin. Zena wan jî ew e ku yekî xerîb ev êriş kiribe; kasizer hatiye kuştin, destavêtine hevala wê û çend hezar euroyên di kaseyê de hatine dizîn. Hema piştî vê penaber Yussuf Obbadi tê revandin, êşkence lê têkirin û tê kuştin; dovîzek jî pê ve tê kirin: Hûnme neparêzin, em ê bi xwe xwe biparêzin. BERLÎN