Çalakiya Kongreya Star a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 3’yemîn de berdewam dike. Jinan bi yek dengî azadiya Abdullah Ocalan xwestin û bi dirûşmeyan dilsoziya xwe nîşandan.

Çalakiya Kongreya Star ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêr dabûn destpêkirin di roja 3’yemîn de didome. Bi sedan jinên navçeyên Mabata, Şiyê û herêma Cindirêsê yên Kantona Efrînê meşiyan. Endamên Asayîşê û Trafîkê jî parastina meşê kirin.

Çalakiya Kongreya Star doh di roja 2’yemîn de bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Hêvîn Bekir axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan. Hêvînê diyar kir ku ji bo jiyaneke azad û demokratîk rola Ocalan mezin e û got lewra azadiya Abdullah Ocalan ferz e û wiha pê de çû: “Azadiya Ocalan, azadiya jinê ye, pêwîst e em têkoşîna xwe bilind bikin heta ku azadiya Ocalan pêk were.” Piştî axaftinê gelek helbestên li ser Ocalan hatin xwendin.

Di çarçoveya berdewama xwepêşandanê de Endama Kordînesyona Kongreya Star a navçeya Mabata Naziyê Mihemed semînerek bi navê “Rastiya Serokatî” da. Her wiha welatiyan di bin kon de dengê Abdullah Ocalan yên di derbarê azadiya jinê û Netewa Demokratîk de guhdar kirin. Piştre jinan sînevîzyonek temaşekirin.

Çalakiya Kongreya Star di roja duyemîn de bi dirûşmeyan bi dawî bû. 


 EFRÎN