
Li bajarên Kurdistanê û li metrepolên Tirkiyeyê bi boneya şermezarkirina 15’ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. Welatî û esnaf beriya çalakiyan neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li bajarên navbarî jiyan rawestiya û bêdengî serdest bû.
AMED: Li Amedê bi sedema 15’ê Sibatê derebeyên dikanan venebûn. Li bajer gorî sala berê beşa mezin hemû esnafan derebeyên xwe venekir û tevlibûna herî mezin li navçeya Rezan pêk hat. Esnafên li taxên navçeyên Rezan, Sûr, Peyas û Yenîşehîrê tevli çalakiya girtina derebeyên bû, esnafên semta Ofîsê ya salên berê tevli îsa piştgirî dan çalakiyê û derebeyên xwe venekirin. Esnafên Kolana Hûner ya semta Ofîsê herî qelabalik jî derebeyên venekir. Li gelek avahiyên saziyên sivîl potên rêş avahiyên xwe daliqand. Li Amedê bal keş bû ku li gorî sala berê tevlîbûna esnafan ya çalakiya girtina derebeyên îsal zêde bû.
Li 13 navçeyên Amedê yên di nav de çar navçeyên navendî, navçeyên wek Pasûr, Gêl, Pîran û Çinar jî heyî bi girtina derebeyên, li xwekirina cilên rêş, daliqandina potên rêş şermezar kir. Her wiha li Bismilê, Ferqînê, Erxaniyê, Xaborê û Lîce ya Amedê heman çalakî hate lidarxistin.
ÊLIH: Li Êlihê ji bilî firin û eczaneyan esnaf derebeyên xwe venekir û welatiyan kontaqa wesayitên xwe girtin. Li bajar xwendevan dibistanan boykot kirin.
RIHA:Li Rihayê taxên bi zêde Kurd dijîn esnafan derebeyên xwe venekir. Di serî dê BDP’ê û gelek saziyên Kurdan li avahiyên xwe potên rêş hatin daliqandin. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beşa mezin esnafan derebeyên xwe venekir. Li navçeya xwendevanan dibistan boykot kir bêdengî heye.
ŞIRNEX: Li navenda Şirnexê esnafên derebeyên xwe venekirin û xwendevanan dibistan boykot kirin. Li navçeya Elkê, Qilaban, Cizir, Silopî û Hezexê esnafan bi girtinan derebeyên 15’ê Sibatê şermezar kir.
MÊRDÎN: 5 navçeyên Mêrdînê esnafan derebeyên xwe venekir û xwendevanan jî dibistan boykot kir.
COLEMÊRG: Li navenda Colemêrgê derebeyên dikanan nehatin vekirin. Li bajarê ku qontaxên wesayîtan jî hatin girtin bêdengiyeke mezin serdest bû. Li navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê jî heman çalakî hate lidarxistin.
MÛŞ: Li Muş, navçeyên wê Gimgim, Melezgir û Kopê jî dikandaran dikanên xwe venekirin û welatiyan cilên reş li xwe kirin.
AGIRÎ: Dikanên navçeyên Diyadîn û Bazida Agiriyê jî nehatin vekirin.
ÎDIR: Li semtên Îdirê yên Kurd lê dijîn jî dikandaran bi temamî dikanên xwe venekirin û qontaxên wesayîtan girtin.
WAN: Li Wanê jî seranserî bajar dikan nehatin vekirin û bêdengî serwexte. Polîsan jî avahiya AKP’a bajêr û saziyên din ên dewletê xistin bin parastina xwe. Li navçeya Elbak û Erdîşê jî dikan nehatin vekirin.
EDENE: Li 20 taxên Edene navçên wê Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê derebeyên dikanan nehatin vekirin.
MÊRSÎN: Li taxên Çey, Çîlek, Şevket Sumer, Yenî Hala Mêrsîn û gelek taxên din derebe nehatin vekirin.
KONYA: Rêxistina BDP’a Konyayê şevê din li avahiya BDP’ê çalakiya rûniştinê lidar xist. Serokê BDP’a Konyayê Necatî Înîk, Seroka BDP’a Konyayê yê berê Aynur Cengîz û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Ji hêla din ve jî xwendevanên ku li zanîngeha Selçukê dixwînin jî ji bo 15’ê Sibatê şermezar bikin îro neçûn dibistanê û dibistan boykot kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN