Li bajarê El Paso yê eyaleta Texasê ya DYE’yê, kesekî li nava sûkê li mirovan gule reşandin. Di êrişê de 20 kes hatin kuştin û herî kêm 26 kes jî birîndar bûn. Rayedar vê êrişê weke êrişeke ‘nîjadperestiyê’ ya spiyan dibînin. Doh sibehê jî li bajarê Daytonê yê eyaleta Ohioyê ya DYE’yê kesekî bi êrişa çekdarî herî kêm 8 kes kuştin û 16 kes jî birîndar kirin. Polîsan ev êrişkar kuşt.

Li bajarê El Pasoyê şemiya bihurî li herêma pirraniya şêniyên wê Spanî, ev êriş pêk hat. Ji ber êrişê 20 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn. Rayedar êrişê weke yeke nijadperest bi nav dikin. Polîsan kesekî spî yê 21 salî ji ber êrişê destgîr kir.

Belgeyeke ku tê gotin a bersûcê komkujiyê ye li ser medyaya civakî tê weşandin. Di belgeyê de bi rengê ‘Texas ji aliyê Hîspanîkan ve hatiye dagirkirin’ propagandaya nijadperestiyê tê kirin. Bajarê El Paso li ser sînorê Meksîkayê ye û şêniyên wê 80 ji sedî Hîspanîk in.

Hîna ajansan nû behsa vê nûçeyê dikir, li DYE´yê bûyereke din qewimî; doh sibehê li bajarê Daytonê kesekî bi êrişa çekdarî herî kêm 8 kes kuştin û 16 kes jî birîndar kirin. Tevî êrişkarê ku polîsan ew kuşt, li Ohio 9 kes hatin kuştin. Êriş li dehma Oregonê ya bajêr çêbû. Kesê gumanbar êrişa xwe bi sîlehên lûledirêj kiriye.

Li DYE´yê di nava 216 rojên sala 2019´an de 251 komkujiyên bi rengê gulebarandina li girseyan çêbûne. Yanî di rojekê de bêhtirî komkujiyekê li DYE´yê rûdaye.

WASHINGTON