
Bi boneya 26. salvegera bombebarankirina bajarê Helebce li bajêr merasîm hat lidarxistin. Bi hezarn şêniyên bajêr û yên ji derveyî bajêr hatibûn, tevlî merasîma bîranînê bûn. Welatî serê sibehê li ber şaredariya Helebce kom bûn û ber bi Goristana Şehîdan ve meşiyan. Nûnerê NY’î, serok û sekreterên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn. Her sal bîranînên salvegera kîmyabarana Helebceyê li monomenta Helebce bi merasîmekî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihat lidarxistin. Budceyek taybet jêre dihat veqetandin. Lê îsal budceyek kêm ji bo merasîmê hatibû veqetandin. Herwiha îsal merasîm li ser Goristana Şehîdan hatin kirin. Welatiyên Helebce û mêvan, kom bi kom li pêşiya şaredariya Helebce kom bûn. Piştî ku saet bû 10.00 û welatî kom bûn, meşa ber bi Goristana Şehîdan ve dest pê kir. Piştî welatî gihiştin ser goristanê, hêjmara girseyê gihişt derdorê 2 hezar kesî.
Rayedar jî tevlî bûn
Di merasîmê de parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd, sekreterê giştî yê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr, hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Necîbe Omer, Nûnerê BDP’ê yê Silêmaniyê Zekî Çelebî, kesayetiyên siyasî, parlamenter, rewşenbîr û mamosta jî beşdar bûn. Çelengek li ser navê serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî, li ser navê hemû partiyên li Helebce çelengek, çelengên BDP, Komela Îslamî, PÇDK û parêzgarê Kerkûkê danîn ber peykerê Şehîdan ê di nava Goristana Şehîdan de.
Deqeyek rêz hat girtin
Sekreterê giştî yê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr di dema danîna çelengê de, ji rojnamevanan re axivî û wiha got: “Min şeva din ligel serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî axivî. Min jêre got ku ez dixwazim hûn piştgiriya parêzgehbûna Helebce bikin. Wî jî diyar kir ku silavên min li welatiyên Helebce bike, em piştgiriyê li wan dikin. Mafê Herêma Kurdistanê ye Helebce bikin parêzgeh û ez piştgiriya wê biryarê dikim.”Piştî ku çeleng hatin bi cih kirin û dema saet bû 11.35 ango saeta bajarê Helebce hatî kîmyabarankirin de, welatî deqîqeyek li ser rihê şehîdan rawestiyan.
Komkujiyek navnetewî ye
Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer jî derbarê 26’mîn salvegera kîmyabarankirina Helebce de ji DÎHA’yê re axivî û wiha got: “Bi saya serê xwîna şehîdan doza gelê kurd gihişt astekî bilind. Em bi parêzgehbûna Helebce keyfxweş in, lê ev yek pirsgirêk û êşên Helebce têr nake. Divê hewl bê dayîn ku kîmyabarankirina Helebce di asta navneteweyî de bê nasandin.” Necî Omer banga yekîtiya netewî kir û wiha got: “Daxwaza me ew e ku ji bo ev komkûjî dubare nebin, divê yekîtiya neteweyî were çêkirin. Divê hemû alî werin bahev û destê hev bigirin. Divê hewl bê dayîn ku di asta navneteweyî de kîmyabarankirina Helebce, Enfal û komkujiyên li her çar parçeyên Kurdistanê wekî jenosîd were naskirin.”
Divê Helebce bê avakirin
Welatiya Helebce ya bi navê Exter Salar Mehmûd ku 16 kes ji malbata wan di kîmyabarana Helebce de jiyana xwe ji dest dane jî hestên xwe bi DÎHA’yê re parve kir û wiha got: “Di dema kîmyabaranê de hemû rê hatin girtin û me nekarî ji bajêr derkevin. Gelek kes şehîd û birîndar bûn. Me nedizanî Helebce wê were kîmyabarankirin.” Exter Salar derbarê pirsgirêkên bajêr de jî wiha got: “Pêwîstiya Helebce bi avakirin û tezmînatkirinê heye. Herwiha em biparêzgehbûna Helebce gelek keyfxweş in.”
Azadiya gel yekîtî ye
Roşna Hûsên jî welatiyekî din a Helebceyê bû ku dema Helebce hatî kîmyabarankirin ew 13 salî bû û bi birîndarî rizgar bû. Roşna ji DÎHA re wiha got: “Dema balafir hatin ser Helebce em di jêrzemînan de bûn. Hinek balafir dihatin, kîmyabaran dikirin û diçûn. Li pey wan hinek din dihatin.” Rojna Hûsên da zanîn ku wê demê ew zarok bû û wiha got: “Dema em ji Helebce direviyan, min di rê de gelek kesên şehîd û birîndar bûne, dîtin. Ez 13 salî bûm, min jî duayên kesên îxtiyar dûbare dikir.” Piştî merasîm bi dawî bû, welatî belav bûn. Xizimê kesên di kîmyabaranê de jiyana xwe ji dest dane jî çûn ser gorên zarokên xwe.
DÎHA/HELEBCE
Li Cizîrê daxuyaniya Helebce
Bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebce û şermezarkirina zihniyeta rêjîma Baasê, endamên Meclîsa Zagonsaz û Hikûmetê yên Kantona Cizîrê li pêşiya Navenda Hikûmetê ji bo rêzgirtina şehîdên Helepçe 5 deqeyan rawestiyan. Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo û Nezîra Gewriyê, endamên Dîwanê, Serokwezîrê Hikûmetê Ekrem Hiso û piraniya wezîran ji bo rêzgirtina qurbaniyên komkujiya bajarê Helepçe 5 deqeyan rawestiyan. Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo der barê komkujiya ku rêjîma Baasê ya Iraqê li dijî welatiyên sivîl pêk aniye bi tundî şermezar kir û wiha anî ziman: “Ev komkujiya li dijî gelê Kurd pêk hatiye hovîtiyeke bê sînor e. Em bi tundî şermezar dikin.”
‘Helebce êşa hemû Kurdan e’
Piştre ji bo berdewama kar û barên civîna çaremîn a Meclîsa Zagonsaz derbasî salonê bûn. Têklîdarî mijarê Serokwezîr Ekrem Hiso daxuyaniyek der barê komkujiya bajarê Helepçe ya sala 1988’an de da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî endamên rêveberiya xweseriya demokratîk a herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dilsoziyê bi şehîdên bajarê Helebce tînin û em sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin. Em komkujiya hovane ku li dijî bajarê Helebce pêk hatiye bi tundî şermezar dikin.” Di berdewama daxuyaniyê de Hiso got ku ew wekî Meclîsa Rêveber a rêveberiya xweseriya demokratîk dê piştgiriya hemû Kurdan li cîhanê bikin û wiha got: “Em bejna xwe li pêşberî giyana şehîdên Helebce û şehîdên azadiya doza kurdî ditewînin.”
AMÛDÊ