Malperê mafê mirovan ê Rojhilatê Kurdistanê Hengaw ragihand ku li girtîgeha Dîzlawa ya bajarê Kirmaşanê du girtiyên Kurd hatin darve kirin. Yek ji van girtiyan Tofîq Behramnejad e ku temenê wî 31 sale û xelkê Ciwanroye. Yê dijî Seyfula Husênyan e ku temenê wî 33 sale û xelkê Seqizê ye. Hat ragihandin ku ew her du girtî di 14.01.2017’an de li girtîgeha Dîzlawa ya Kirmaşanê ji aliyê dezgayê dadweriya Îranê hatine darvekirin.
Tofîq Behramnejad di sala 2011’ê de bi mehna bazirganiya madeyên tiryak hati bû tawanbarkirin û Dadgeha Kirmanşanê jî di zivistana 2012’ê de cezayê darvekirinê lê birî bû.
Seyfula Husênyan di sala 2009ê de li bajarê Sehneyê hatibû girtin û di bahara sala 2011’ê de ji aliyê dadgeha Ciwanro bi heman tewanbariyê hatibû darizandin û li wî jî cazayê darvekirinê hatibû birîn.
Di sala nû de 9 Kurd
Li gor zanyarî û amarên malpera Hengaw di van 17 rojên sala nû de nêzîkî 50 girtî ji aliyê dezgayên dadrêsiya Îranê ve hatine darvekirin û ji van kesan 9 girtiyên Kurd in.
KIRMANŞAN