Li Başûrê Kurdistanê boykotkirina malê Tirkî dewam dike. Koma Dengê Nîştiman di salnameya 2020’an de bal kişand ser boykotkirina malê Tirkî û salneme li welatiyan belav kirin.

Çalakvan û endamên koma Dengê Nîştiman li gund, bajarok û bajarokên herêmê bi awayên cûda ji bo boykotkirina malê Tirkî, çalakiyên xwe dewam dikin.

Çalakvanan li bajarê Silêmaniyê di salnameya 2020’an de bal kêşan ser boykota malê Tirkî û salname li welatiyan belav kirin.

Çalakvanan di salnameyê de ‘Sala boykotkirina malê Tirkî nivîsandin.’

Herwiha li ser salnameyê wêneyê jinek a ji bo zarokên xwe nan çêdike heye. Li ser wêne jî nivîsa ‘Xwemalî ji berhemên Tirkî pîroztir e’ hatiye nivîsandin.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ