Êzidiyên ji kampa AFAD’ê ya li Mîdyatê hatin avêtin, li Komeleya Suryaniyan a hatiye girtin bûne mêvan. Yûhana Aktaş bang li her kesî kir, ku xwedî li civaka Êzidî derkevin.
Êzidiyên pê danê êvarê ji aliyê rayedarên kampa AFAD’ê ya li navçeya Mêrdînê Mîdyadê ji kampê hatin avêtin, li mêvanxaneya Komeleya Suryaniyan a bi biryarnameya hikûmeta Tirk hatiye girtin, dimînin.
Serokê komeleyê Yuhanna Aktaş diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin civaka Êzidî û xwedî li Êzidiyên din ên ji kampê bên derxistin jî derkevin.
‘Yên ji kampê kirin der, di rewşeke ne baş de bûn’
Aktaş anî ziman ku doh êvarê kalekî ji kampê telefonî wî kiriye û jê re gotiye, “ji bo bi qasî 50 Êzîdiyên jin û zarok jî di nav de ji kampê derkevin, 3 roj mohlet hatiye dayin. Berêvarê jî ji min re got, ku komek ji Êzidiyan wê ji kampê bên avêtin û cihekî ku biçinê nîne. Min jî jê re got, bila ew têkiliyê bi min re deynin.”
Aktaş diyar kir ku Êzîdî bi şev ji kampê hatin avêtin û bi meşê xwe gihandine navenda bajêr. Aktaş wiha dewam kir: “Li parkê bûn û piştre li min geriyan. Min ew li parkê dîtin. Ji hal ketibûn. Gelekî xemgîn bûn ji ber ku hevser û zarokên wan li kampê mabûn. Cihekî ku ew biçinê tine bû. Min jî ew bi xwe re anîn û li mêvanxaneya komeleya me bi cih kirin.”
‘Em ê teqez li wan xwedî derkevin’
Yuhanna Aktaş got, “Di salvegera komkujiya Şengalê de ev mirov avêtin derve. Cihê vê yekê di ti exlaq û wijdanî de nîne. Ev mirov ji zilma DAIŞ‘ê reviyan û xwe li vir girtin. Bêyî ku cihekî lê bimînin bê nîşandan, derxistina wan ji kampê ne ya qebûlkirinê ye. Li gorî derfetên xwe, em ê xwedî li xwîşk û birayên xwe derkevin. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku piştgiriyê bidin van xwişk û birayên me û xwedî li wan derkevin.”
MÊRDÎN