Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê (KE) destpê kir, dewam dike.

Çalakî vê hefteyê ji aliyê nûnerên sazî û rêxistinên Kurd ên li Ewropayê ve tê meşandin. Ji beşdarên çalakiyê Helene Erîn diyar kir ku nûnerên 400 saziyên Kurd ên li Ewrûpayê, wê tevahiya hefteyê nobetê bigirin.

Li ser navê Malbatên Şehîdan ên li Ewrûpayê Şengê Kahraman, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) Delal Rûbar, li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Tûrhalli û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Yuksel Koç nobeta vê hefteyê dewr girtin.

Li ser navê nûnerên saziyan Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û got, divê Ocalan êdî azad bibe.


‘Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e‘

Koç da zanîn ku azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd yek e û wan biryara beşdariya li çalakiyê di kongreya KCDK-E de daye. Koç bang li welatên Ewrûpayê kir û got, weke zêdeyî 400 saziyên Kurd ew ê dev ji azadiya Ocalan bernedin. Koç diyar kir ku azadiya Ocalan ji bo aştî û biratiya li Rojhilata Navîn gelekî girîng e û got, “Yên li dijî DAIŞ’ê têdikoşin, divê êdî bi girîngiya azadiya Ocalan bihesin.”

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç her weha diyar kir ku ji îro û pê ve li gelek welatan ji bo 10 rojan kon wê bên vedan û got, têkoşîna gelê Kurd wê bi birdariyeke mezin bidome.


‘Azadiya gelê me û ya mirovahiyê ye‘

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) Delal Rûbar jî got, “Heta Serokê me azad bibe, ev çalakî wê dewam bikin. Ev yek ne azadiya şexsekî bi tenê ye, di heman demê de azadiya gel û mirovahiyê ye.”

Rûbar bal kişand ser qutkirina hevdîtinên Ocalan ên bi parêzeran re û şidandina tecrîdê û anî ziman ku divê dengê Rêberê Gelê Kurd bigihîje derve û bi vî rengî karibe tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan bike.


‘Erdogan fîrewnê roja me ye’

Serokê CÎK’ê Hafiz Tûrhalli jî diyar kir ku weke Misilmanekî erka wan e li dijî zaliman bisekinin, lewma ew tevlî çalakiya nobetê bûye û da zanîn ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di çareseriya pirsgirêkên alema Îslamê de girîng e.

Tûrhalli bibîr xist ku çeteyan bi pêşengiya AKP’ê li Kurdistanê nirxên baweriyê û qadên îbadetê talan kirine û got, “Yên ku di meha Remezanê de hewl didin nefsa xwe kontrol bikin, bi hêrseke gelekî mezin mirovan qetil dikin.” Tûrhalli diyar kir ku fîrewnên roja îro, AKP, Erdogan û hevkarên wan in.

Ji Saziya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman jî bibîr xist, ku weke gel wan soz dane Mehmet Tûnç û wê ji bo azadiyê têbikoşin.


‘Dîroka berxwedanê yek e’

Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Pîr Mûstafa Saglam jî got, ew ê li hemberî mirovên li jêrzemînan hatin qetilkirin, zîhniyeta cenaze li nava kolanan teşhîr dike, têkoşîna mafdariyê bimeşînin. Pîr Mûstafa Saglam têkoşîna îro tê meşandin û têkoşîna dîroka Elewiyan weke hev nirxand û bang li tevahiya Elewiyan kir, da ku li cem gelê Kurd cihê xwe bigirin.


Kurdên ji Rojhilat jî tevlî  çalakiyê bûn

Li ser navê Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê Mîran Rûban peyivî û anî ziman ku mîna ku di herikîna dîrokê de hatiye dîtin, tevî mafên gelan, Rêberên wan jî dîl hatine girtin. Rûban bi bîr xist ku sembola berxwedana gelê Kurd Ocalan jî dîl hatiye girtin û diyar kir ku li bajarên Kurdistanê xetera êrîşên mezin heye. 


 STRASBOURG